Qasim Arecî sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Serokwezîrê Iraqê di peyameke hevxemiyê de bo Serok Barzanî, serxweşiya xwe ji bo koça dawî ya Şêx Ebdulwahid Barzanî anî ziman. 

Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Serokwezîrê Iraqê Qasim Arecî îro 5ê Îlonê di peyama xwe de ragihand: "Bi xem û daxeke pir kûr ve, nûçeya koça dawî ya Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselem Barzanî gihîşt me.

Qasim Arecî nivîsî: "Ji kûrahiya dilê xwe, em germtirîn serxweşî û hevxemiya xwe ya rastîn arasteyî malbata Barzanî dikin, di serî de birayê me Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî." 

Arecî di berdewamiya peyama xwe de diyar kir: "Ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin ku rehmetî bi rehm û dilovanita xwe ya fireh şad bike û sebir, aramî û baştirîn sersaxiyê bide malbat, xizm û hemû hezkiriyên wî."