Serokê Îmaratê sersaxiyê ji Serok Barzanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dewleta Îmaratê û cîgirên wî, ji ber koça dawiyê ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, peyameka sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û hevxemî û dilsoziya xwe ji binemala Barzanî re nîşan da.
Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan, Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubeyîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm û Cîgirê Serokê Îmaratê, Cîgirê Serokwezîr û Serokê Dîwana Serokatiyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan birûskeka sersaxiyê arasteyî Serok Barzanî kir.
Di wê birûskê de, rêberên Îmaratê hevxemiya xwe ya mezin ji bo koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata Barzanî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî diyar kir û piştgiriya xwe bo malbata Barzanî nîşan da, sersaxî jê re xwest û dilsoziya xwe jê re diyar kir.
Serok Barzanî li roja Înê, 4ê Îlona 2026ê, di peyamekê de koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata xwe, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû.
Serok Barzanî di wê peyamê de eşkere kiribû ku Xudêjêrazî neviyê rêberê neteweyî û dînî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û di nav malbatê de mînaka dîndarî, Xudêperestî, xêrxwazî û kesatiyekî diyar û mezin bû.