Li Başûrê Libnanê 12 kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Başûrê Libnanê rûbirûyî hejmareka êrîşên esmanî yên Îsraîlê bû, ku di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest da û di nav wan de jî du zarokên sava û du karmendên tîmên tenduristiyê hene.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, balafirên cengî yên Îsraîlê avahiyeke xwecihbûnê ya sêqatî li bajarkê Kifirrimanê bi temamî wêran kir, ku bû sedema kuştina 10 kesan û birîndarbûna 7 kesên din. Herwesa dronekê jî timbêla tîma hawarçûnê her li wî bajarkî kir armanc û du karmendên tenduristiyê tê de hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev êrîş wekî bersivdanekê bûne ji bo şandina dronên bombekirî ji aliyê Hizbullahê ve, ku bi gotina wan binpêkirina lihevkirina agirbestê bûye. Ji ber wê yekê jî fermana valakirina avahiyeke diyarkirî û derdorên wê li bajarkê Dêr Zehraniyê derxist û piştre serê sibeha îro bombebaran kir.
Ev êrîş bû sedema çêbûna pêleka mezin a koçberbûna malbatan ji bajarkên Kifirriman, Dêr Zehranî û deverên derdorên qezaya Nebtiyeyê, di demekê de ku wan êrîşan gundên Nebtiye Fewqa û Erbsalimê jî vegirtine.
Artêşa Îsraîlê duhî Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, hişyariyeke lezgîn dabû şêniyên bajarkê Dêr Zehraniyê li qezaya Nebtiyeyê ku malên xwe berdin.