Cîgirên Serokê Îmaratê sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dixwazin
Navenda Nûçeyan (K24) – Du peyamên sersaxiyê ji Cîgirên Serokê Dewleta Îmaratê gihîştin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ku tê de hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî diyar kiriye.
Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Hakimê Dubeyîyê Mihemed bin Raşid Al Mektûm di peyama xwe de bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: "Bi xem û kovaneka mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata Barzanî Şêx Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî gihîşt me."
Mihemed bin Raşid Al Mektûm her wiha diyar kir ku ew peyama xwe ya sersaxî û hevxemiyê bi germî arasteyî malbata Barzanî dikin, ji ber vê xema giran û ji Xudayê mezin hêvî dikin ku koçkirî bi bihuşta xwe ya berfireh şa bike û sebir û hedarê bide kesûkarên wî.
Ji aliyê din ve jî, Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê, Cîgirê Serokwezîr û Serokê Dîwana Serokatiyê Mensûr bin Zayid Al Nehyan peyameke hevxemiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir.
Di peyama xwe de tevî diyarkirina hevxemiyê, Mensûr bin Zayid Al Nehyan da zanîn jî ku wan ji Xudayê mezin lava kirine ku li koçkirîyî bibore û aramiyê bixe dilê malbat û kesûkarên wî.