Şerê li Tengava Hurmizê bihayê mazotê li Tirkiyeyê gihand 90 lîreyan
Enqere (K24) – Ji ber şer û pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de li Tengava Hurmizê, bihayê petrola xav ber bi 100 dolaran ve diçe. Ev qeyran bandoreke rasterast li ser Tirkiyeya ku bi neftê ve girêdayî ye jî dike; li benzînxaneyan jî bihayên sotemeniyê carek din bilind dibin. Akademîsyen jî tekez dikin ku her zêdebûneke biçûk a bihayan, dê zextê li ser aborî û enflasyona Tirkiyeyê bike.
Şerê navbera Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê û êrîşên li ser rêyên deryayî, fikarên li ser herikîna nefta xav a Rojhilata Navîn zêde kirine û bihayê petrola Brent 8ê îlonê gihiştiye 98,63 dolarî.
Tirkiyeya ku di warê enerjiyê de bi derve ve girêdayî ye jî, ji ber vê qeyranê rasterast derbê dixwe. Li benzînxaneyên Enqereyeya paytexta Tirkiyeyê jî lîtreya mazotê gihiştiye 90,04 lîreyan û lîtreya benzînê jî bi 77,91 lîreyan tê firotin.
Prof. Dr. Hasan Oktay jî dide zanîn ku di bihayê petrolê zêdebûna her qirûşekî bandoreke neyinî li ser aboriya Tirkiye dike, loma bi Peymana Mekkeyê tê xwestin zû aştî bê herêmê.
Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan OKTAY di vî warî de dibêje: “Ne tenê Tirkiyeyê, seranserê cîhanê bi qeyraneke neftê re rûbirû ye. Nedihat texmînkirin ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de hewqasî bidome. Amerîkayê jî bikaranîna Kendavê ji aliyê Îranê ve wekî çekekê hesap nekiribû.”
Prof. Dr. Hasan OKTAY eşkere jî dike: “Girtina Kendavê ji bo herikîna enerjiyê her roj bi qasî 1 milyar dolar zirarê dide Îranê. Her guherîna biçûk a di bihayan de bandorê li budceya Tirkiyeyê û bi taybetî li hilberînê dike. Loma Tirkiye bi Pakistan û Erebistana Siûdî re li ser Peymana Mekkeyê dixebite, ku zû aştî bigihîje herêmê.”
Akademîsyen Dr. Alî Oguz Dîrîoz jî dide zanîn ku zêdebûna bihayên petrole ji bilî lewheyên benzînxaneyan di jiyana asayî de bandoreke neyînî li ser hilberînê jî dike, ku bihayên pêdiviyên bingehîn zêde dibe û ev jî dibe enflasyoneke bilind.
Akademîsyenê Zanîngeha Teknolojî û Aboriyê ya TOBBê Dr. Alî Oguz Dîrîozê di vî warî de dibêje: “Aloziyên li Tengava Hurmizê, herikîna neftê û keştiyan asteng dikin; ev jî bihayên nefta xav bêîstiqrar dike, ku gihiştiye nêzîkî 100 dolarî. Hêviya projeyên rêyên alternatif bêîstiqrariya bazarê û bihayan kontrol bike jî, niha bêbandor in.”
Dr. Alî Oguz Dîrîozê Amajeyê jî dide: “Tirkiye sotemeniyê hawirde dike, zêdebûna bihayên cîhanê jî li stasyonan di bihayê benzîn û mazotê de diyar dibe. Bilindbûna bihayên sotemeniyê mesrefên veguhestinê û çandiniyê jî zêde dike, ev yek jî bihayên xurekan bilind dike û fişara enflasyonê dixe ser jiyana welatiyan.”
Herwiha zêdetir ji sedî 20ê petrola xav a cîhanê ji Tengava Hurmizê diherike nav bazara cîhanî; yanî ji 5 bermîlan bermîlek. Loma jî her aloziyeke li ser û li dijî vê regêhê bandorê li ser bazara enerjiyê ya cîhanê dike, ku di warê aboriyê de bandoreke mezin li ser jiyana asayî ya Tirkiyeyê jî dike.