Rêber Ehmed: Divê pişka budceya Kurdistanê li ser bingeha %14.1ê were cîgirkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 10ê Îlona 2026an, di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser çendîn pirsên hestiyar yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de; ji wan cîbicîkirina peymana Şingalê, vekişîna hêzên hevpeymanan, ji nû ve destpêkirina hinardekirina neftê, pirsa pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de û vegerandina koçberan ji welatê Lîbyayê.
Cîbicîkirina peymana Şingalê
Wezîrê Navxwe behsa rewşa aloz a qezaya Şingalê kir û ragihand, peymana Şingalê çareseriya herî baş û guncayî ye ji bo pirsgirêkên wê navçeyê. Herwiha daxwaz ji saziyên hikûmeta federalî kir ku gavên lezgîn û pratîkî bavêjin ji bo cîbicîkirina xalên peymanê.
Rêber Ehmed got: "Ya ji bo me giring, ne navnîşana peymanê ye, belkî cîbicîkirina wan bendan e ku li ser hatine rêkeftin; ji wan asayîkirina rewşê, vegerandina aramiyê, dûrxistina hêzên çekdar ji nav bajar, radestkirina erkê ewlehiyê ji polîsên navxweyî re, her weha diyarkirina qaymeqamekî nû û pêşkeşkirina xizmetguzariyan."
Wezîrê Navxwe bi tundî dijî diyarkirina qaymeqamekî leşkerî rawestî û ew wekî "bijardeyeke herî xirab" binav kir. Herwiha tekez kir ku divê çareserî bi rêya peymaneke siyasî û îdarî be li gel Encûmena Parêzgeha Neynewayê, Parêzgarê Neynewayê û aliyên siyasî, da ku rêveberiyeke nû bê avakirin ku xizmetguzarî û avadaniyê vegerîne Şingalê.
Vekişîna hêzên hevpeymaniyê
Derbarê mijara vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, Rêber Ehmed piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo serweriya temam a Iraqê û serbixweyiya di biryara siyasî de piştrast kir. Herwiha da zanîn, derketina wan hêzan ji encama rêkeftinên berê yên hikûmeta federal li gel hevpeymanan e.
Tevî vê yekê, derbarê derketina metirsiya ewlehiyê de hişyarî da û got: "Em bi hêvî ne ku vekişîna wan hêzan, bandoreke neyînî li ser ewlehî û aramiyê neke û valahiyeke ewlehiyê çênebe. Parastina ewlehiyê mijareke giştgir e û nabe ku parçe parçe bibe; ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi hev re girêdayî ne, lewma hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê û hevbeşên navdewletî de gelekî girîng e."
Destpêkirina hinardekirina petrolê
Di mijareke din de, Wezîrê Navxweyî bal kişand ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrolê û ragihand, Herêma Kurdistanê bi temamî amade ye ji bo destpêkirina dîsa ya hinardekirinê bi rêya boriyê û li benda gavên Bexdayê ne.
Rêber Ehmed diyar kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî bi biryar e li ser destpêkirina dîsa ya hinardekirina petrolê. Em amade ne, lê niha em li benda rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta federal û kompaniyên petrolê de ne (kompaniyên biyanî)." Her wiha diyar kir, beşek ji kompaniyan kar dikin ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî, lê hîn pirsgirêka nebûna garantiya ewlehiyê ji bo kompaniyan (wek sîstema bergiriya dijî dronan) bi temamî nehatiye çareserkirin.
Pişka Kurdistanê di budceyê de divê bibe %14.1
Yek ji xalên girîng ên axaftinên Rêber Ehmed, taybet bû bi mafên darayî û pişka Herêma Kurdistanê di budceya federal de. Wezîrê Navxweyî aşkera kir ku li gorî daneyên dawî yên serjimêriyê ku sala borî (2025) hatibû kirin, rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê (bêyî deverên nakokî li ser) gihîştiye %14.1 ji tevahiya rûniştvanên Iraqê.
Di vê barê de got: "Şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekeziyê li ser wê yekê dike ku pişka Herêma Kurdistanê li ser bingeha vê rêjeyê (%14.1) bê diyarkirin. Ev ew amar e ku wan bi xwe (hikûmeta federal) derxistiye, lewma divê pê ve pabend bibin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dabîn bikin. Em daxwaza budceyeke giştgir dikin, ne tenê şandina mûçeyan."
Vegerandina koçberan ji girtîgehên Lîbyayê
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Wezîrê Navxwe nîgeraniya xwe ji bo çarenivîsa wan ciwanan anî ziman ku rêya qaçax ber bi Ewrûpayê ve digirin ber xwe û dikevin dafa qaçaxçiyan li welatên mîna Lîbyayê.
Rêber Ehmed ragihand: "Bi hewldan û çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, heta niha nêzîkî 390 welatiyên kurd ku li girtîgeh û di rewşeke pir zehmet a welatê Lîbyayê de bûn, hatine rizgarkirin û bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin, ku karwana dawî pêr bû û ji 33 ciwanan pêk dihat."
Wezîrê Navxwe daxwaz ji malbatan kir ku agahdarî zarokên xwe bin û nehêlin jiyana xwe bixin metirsiyê, her weha tekez kir ku "Lîbya ne cihekî ewle ye" û daxwaz kir ku welatî rêkarên yasayî ji bo koçberiyê bigirin ber xwe, mîna wan bernameyên ku ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) ve tên birêvebirin.