Bi kêmbûna ava bendavê re gundê kevn ê li Qersê ji bin avê derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sariqamîşê ya parêzgeha Qersê, ji ber daketina asta ava Bendava Karakurtê, gundê kevn ê ku beriya salan di bin avê de mabû careke din derket ser rûyê erdê.

Bi vekişîna ava bendavê re, xirabeyên xaniyên gund, mizgeft û dêra kevnare bi rengekî berbiçav xuya bûn. Ev dîmenên balkêş ên gundê ku berê cihê jiyanê bû û niha bûye kavil, bi rêya dronê ji esmên ve hatin tomarkirin.

Di dîmenên ji hewayê de tê dîtin ku her çend piraniya xaniyan rûxiyabin û bûbin kavil jî, dîwar û bingehên wan hîna li ser piyan mane. Her wiha xuyabûna mizgefta gund û dêra dîrokî di heman dîmenê de, careke din bala mirovan kişand ser paşxaneya dîrokî û çandî ya herêmê.

Gundê Karakurtê ku berê xelk lê dijiya û kolanên wî bi dengê mirovan dagirtî bûn, piştî çêkirina bendavê çûbû bin avê. Gundê kevn piştî salan bi bêdengiya xwe ya xemgîn û bermayiyên xwe yên dîrokî, çîroka jiyana berê ya di bin avê de mayî tîne bîra mirov.