Pirtûka nû ya Keremo "Şîrhelal" derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka nû ya nivîskar, helbestvan û şanonivîs Keremo ya bi navê “Şîrhelal” ji aliyê Weşanxaneya J&J ve hat çapkirin û kete destê xwendevanan.
Pirtûk ji 17 kurteçîrokan pêk tê ku 2 ji wan beriya niha xelat wergirtine. Hemû çîrokên di pirtûkê de ji serpêhatî û bûyerên rastîn ên civaka kurd hatine wergirtin û bi zimanekî wêjeyî yê dewlemend hatine honandin.
Keremo derbarê vê berhema xwe ya nû de ji Kurdistan24ê re got: “Pirtûk navê xwe ji bûyereke dîrokî ya di jiyana rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî de wergirtiye; dema ku Barzanî piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê di sala 1947an de, ligel 500 pêşmergeyên xwe bi ser Bakurê Kurdistanê re derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Ev çîrok serpêhatiyeke Mele Mistefa Barzanî ya li Serhedê vedibêje ku paşê bi Şoreşa Îlonê re fêkî da. Felsefeya sereke ya vê berhemê ev e: “Heke mirov şîrhelal be, dê rojekê bigihîje armanca xwe.”
Keremo heriha got: “Şîrhelal di nava xwe de hem êşên kûr û hem jî evînê dihewîne. Di nava pirtûkê de çîroka bi navê ‘Êş û Êşa Ziman’ balê dikişîne ser serdema Komkujiya Geliyê Zîlanê û çîroka ‘Êş û Jana Muzirî’ jî karesata Komkujiya Dêrsimê tîne ziman ku her du jî li ser bûyerên rastîn ava bûne.”
Ji aliyekî din ve, kurteçîrokên wekî ‘Evdal û Zerî’ û ‚‘Tîra Eşqê’ bêhna evîn û dildariyê jê difûre. Di beşeke din a çîrokan de jî giringiya zanyarî, feraseta neteweyî û pêwîstiya yekîtiya kurdan ku ji nan û avê girîngtir e, bi awayekî hunerî hatiye zimên.
Pêşgotina vê berhema 160 rûpelî ji aliyê helbestvanê navdar Berken Bereh ve hatiye nivîsandin.
Nivîskarê "Şîrhelal": Keremo
Nivîskar Keremo di sala 1984an de li gundê Cano yê ser bi navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ve ji dayik bûye. Ew di gelek televîzyon û radyoyên kurdî de wekî bernameçêker û pêşkêşvan xebitiye, derhêneriya dublajê ji bo fîlmên navneteweyî kiriye û bernameyên danasîna navdarên kurd pêşkêş kirine. Her wiha di warê şanoyê de perwerde dîtiye û daye ku sê ji lîstikên wî yên şanoyê xelatên yekemîn wergirtine. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin.
Berhemên wî yên din:
- Êş û Evîn (Helbest)
- Xewnên Gulê (5 pirtûk weke set)
- Çîrokên Gulê (20 pirtûk weke set Kurmancî û Zazakî)
- Ferhenga Hiqûqî ya Kurdî-Tirkî
- Çengek Ax (Roman)