Girtîgeha Diyarbekirê dibe mûzexaneya bîreweriyê
Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarê Kurd Paşa Akdogan, ê ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê di Girtîgeha Diyarbekirê de rastî êşkenceyên giran hatibû, di salvegera derbeya leşkerî de dibêje ku armanca derbeya leşkerî jiholêrakirina doza Kurdistanê bû lê tevî hemî êş û hovîtiyan Kurdan li ber xwe da û armanca derbeya leşkerî bi ser neke.
Paşa Akdogan, yek ji wan kesan e yên ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê di Girtîgeha Diyarbekirê ya hejmar 5 de ji êşkenceyên giran derbaz buye.
Paşa Akdogan di sala 1981ê de dema ku endamê Rêya Azadî bû hatiye girtin û rojên herî tarî û dijwar ên jiyana xwe di Girtîgeha Diyarbekirê de jiyaye. Piştî 45 salan, Paşa Akdogan di salvegera derbeya leşkerî de çû wê girtîgeha ku di nava 10 girtîgehên herî xirab de cih girtiye.
Piştî derbeya leşkerî, 1600 kesan di girtîgeha Diyarbekirê de êşkenceyên giran dîtin, 30 kes di êşkenceyên giran de mirin, 4 kesan xwe şewitand, 4 kesan di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî piştî êşkenceyên giran ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest da, ku Paşa Akdogan dibêje ew ti caran wan rojên reş ji bîr nake.
Mexdûrê Girtîgeha Diyrabekirê Paşa Akdogan di vî warî de ji Kurdistan24ê re got: “Wan organên hestiyar bi hev ve girê didan û bi şivkan li me dida. Paşê jî em dibirin nav ava pîs û serê me dikirin nav de û derdixistin.”
Niha amadekarî tên kirin ku girtîgeha Diyarbekirê wek mûzexaneya bîreweriyê were nukirin. Paşa Akdogan û mexdûrên wê girtîgehê jî dê di rêveberiya mûzexaneyê de cih bigirin. Mexdûrê 12ê Îlonê dibêje ku armanca sereke ya derbeya leşkerî nasnameya Kurdan bû lê bi ser neket.
Navborî herwesa got: “Li Bakurê Kurdistanê xebata Kurdan û Kurdistanê gelek mezin bûbû, armanca 12ê Îlonê doza Kurdan bû, lê bi wan êşkenceyên giran rûyê wan reş bû û serê me bilind bû, Kurd serbilind in.”
Paşa Akdogan niha 66 salî ye, tevî hemî êş û êşkenceyên giran niha di nava “Komeleya Kurdistan Mala Me Ye” de bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan bi awayeke aktif karê xwe didomîne.