Pêşhatên nû yên Rojavayê Kurdistanê penaber ji vegerê bêhêvî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi rêya peywendiyên telefonê û temaşekirina nûçeyên lezgîn, ew berdewamiya rewşa Rojavayê Kurdistanê dişopînin. Pêşhatên nû yên li Rojavayê Kurdistanê ev penaberên nav kampan li Herêma Kurdistanê gelek dilgiran kirine û tirseke mezin li cem wan peyda kiriye.

Penaberek balê dikişîne ser vê tirsê û dibêje: "Bi rastî em tirsiyane, gelek zilm li ser milletê me yê li wê derê heye. Em hêvîdar in ku dewletên Yekîtiya Ewropî û UN çareseriyekê li vê rewşê bikin û milletê me biparêzin ji kuştinê. Yanî ne beraqil e ku kesek welatê xwe biparêze ji pişpa ve bê kuştin.”

Ev bêhêvîbûna li cem penaberan peyda bûyî mezin û biçûk hemî bi hev re dilgiran û aloz kirine. Xema wan a serekî ne li ser rewşa wan ya li vê derê ye, belkî xema wan ya mezin bo kesûkarên wan e yên ku li Rojavayê Kurdistanê ketine ber singê alozî û pêşhatên nû. 

Penaberekî din diyar dike: "Kurdên me feqîr in, guneh in. Têne serjêkirin, têne sotin, tên pûçkirin, …. Yanî ev heta kengî? Bes e yanî, em ji vê meseleyê gelek dilgiran bûne. Bi Xudê em di dilê xwe de dişewitin. Em hêvî ji hemî dewletan dikin ku tevlî vê meselyê bibin."

Zêdebûna zext û metirsiyan li ser wan di axaftina penaberekî din de jî xuya dibe: "Niha rewş ne durist e, niha serjêkirin çê dibe, kuştin çê dibe, şewitandin çê dibe,... Me got belkî niha rewş çê bibe û xweş bibe, lê niha rewş ne durist e. Em hez dikin vegerin bes em nikarin. Bi Xudê em hez dikin hemî kes vî tiştî şermezar bikin. Ev tiştek qet ne durist e."

Ji sala 2013ê ve, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji tirsa şer û aloziyan mal û milkên xwe berdane û penaber bûne. Tevî ku pêştir berdewam çavên wan li ser vegeriyanê bûye, lê pêşhatên nû yên deverê ew zêdetir bêhêvî kirine.

Bi serhildana her rûdan û pêşhateke nexwestî û metirsîdar li Rojavayê Kurdistanê, dilgiraniyeke mezin li cem van penaberan peyda dibe ku bi ti rengî hêviya vegeriyanê li cem wan namîne û wê çendê jî li pêşiya xwe wekî metirsî diyar dikin.