Nirxê sotemeniyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 40% bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê bêyî ku rewşa aborî ya xelkî li ber çavan wergire, nirxê sotemeniyê bi rêjeya 40% bilind kir. Ev biryara hişk, ku xwedî bandoreke rasterast û neyînî ye, di şevekê de bû sedema guherîna nirxê hemî tiştan û giranbûna jiyana rojane ya welatiyan Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê.

Ji ber vê bilindbûna nişka ve, nirxê hatin û çûnê jî yekser biha bû. Di nav guherînan de bihayê lîtreya mazotê ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyî bo 17 hezar û 500 lîreyan bilind bû. Herwiha nirxê benzînê jî ji 14 hezar û 700 lîreyan gehişt 19 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyî.

Vê zêdebûna nirxê sotemeniyê rasterast bandor li ser şiyanên darayî yên malbatan kiriye, bi awayekî ku gelek welatî destgirêdayî mane û dibêjin ku êdî ew nema dikarin xwarinê ji bo malbatên xwe peyda bikin û nema dikarin nexweşên xwe jî derman bikin. Bêhevîbûna xelkî gehiştiye astekê ku dibêjin "êdî rêyên çareseriyê nema hene."

Li hember vê rewşê, Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê diyar dike ku ev bilindbûna nirxan demkî ye, lê li gorî asoyên berçav û nîşaneyên li ser erdê, ev bihabûn dê berdewam bibe, xasma jî ku ev ne cara yekê ye û ji xwe ev çend car in ku nirxê sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li ser hev bilind dibe.