Welatiyên Qamişlo ji ber bihabûna sotemeniyê bi hêrs in: "Em nikarin debara xwe bikin"

Qamişlo (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê bi rêya Wezareta Enerjiyê careke din nirxê sotemeniyê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 40 bilind kir. Ev biryara ji nişka ve di nava şevekê de li bajarê Qamişlo û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê bû sedema bihabûna nirxê hemû kelûpelên xwarinê, heqê çûnûhatinê û dermanan.

Li gorî nirxên nû, lîtreya mazotê ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyî derket 17 hezar û 500 lîreyan, û lîtreya benzînê jî ji 14 hezar û 700 lîreyan bû 19 hezar û 500 lîre. Her çend Wezareta Enerjiyê dibêje ku ev bilindbûn demkî ye jî, lê welatî dibêjin ev ne cara yekem e ku nirx bi vî rengî zêde dibin û ew êdî nikarin pêdiviyên sereke yên jiyanê bo malên xwe peyda bikin.

Welatiyê bi navê Xalid Ebbas ku karê belavkirina kelûpelan li ser dikanan dike, derbarê vê rewşê de nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Millet di bin vê giraniyê de diperçiqe, çimkî hemû tişt bi sotemeniyê ve girêdayî ye. Heqdestê rojane yê karkerekî qet li gel vê bihabûna mazot û benzînê nagunce. Dema mazot biha dibe, keda barkirinê, nan û hemû xurek biha dibin; nexwe ev xelk dê çawa debara xwe bike?”

Bihabûna sotemeniyê yekser bandor li sektora veguhestinê kir. Welatiyê bi navê Mahir Biro ku rêwiyê berdewam ê xeta navbera Qamişlo û Amûdê ye, da zanîn ku êdî veguhestin li ser wan bûye barekî giran û got: “Berê min ji bo çûna Amûdê 10 heta 15 hezar lîre dida, lê îro heqê çûnê bûye 50 hezar lîre. Çûn û hatinek dibe 100 hezar lîre. Rewşa xelkê xirab e, em ê çi bixwin û heqê çi bidin? Xwedê zane êdî em nikarin ji cihê xwe bilivin.”

Welatiyê bi navê Marûf Hemza jî bal kişand ser bandora vê bihabûnê ya li ser karûbarên rojane û tenduristiyê û wiha axivî: “Heke em bixwazin nexweşekî xwe bibin bajarekî din an derkevin seferekê, em nema dikarin biçin. Vê bihabûnê hemû karên me sekinandin; debara me, daxwaziyên malê û tevahiya karên me rawestiyan.”

Tevî krîza kûr a aborî ya li herêmê, xelkê Qamişloyê destgirêdayî maye û dibêjin hikûmet bêyî ku rewşa darayî ya xelkê li ber çavan bigire nirxan zêde dike, ev yek jî rê li ber xizaniyeke kûrtir vedike.