Mamoste û dayikên kurd: Hefteyê du saetên waneya bijare têrê nake
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê serdema ya perwerdehiyê dest pê kir. Li aliyekî malbat ji lêçûnên xwendekaran bi gilî ne ku malbat nikarin ji bin barê darayê yê pêdiviyên xwendekaran derbikevin û li aliyekî jî bi milyonan zarokên kurd ji mafê pnû erwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in ku tenê waneya bijare ya zimanê zikmakî heye ku ew jî hefteyê tenê 2 demjimêr e. Malbatên daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin.
Li Tirkiyeyê 17 milyon xwendekar û 1 milyon û 200 hezar mamsoteyan dest bi serdema perwerdehiyê ya 2026-2027ê kirin. Serdema perwerdehiyê îsal jî bi pirsgirêkan dest pê kir ku bi taybetî bi milyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in û di pergala perwerdehiyê de waneya bijare ya zimanê kurdî heye, lê ew jî bo polên 5.6.7 û 8ê ye ku hefteyê 2 demjimêr in. Malbat û mamosteyên zimanê kurdî dibêjin waneya bijare ya zimanê kurdî derfetek girîng e lê divê perwerdehya zimanê zikmakî bo hemu qonaxan were nasîn.
Mamosteya Zimanê Kurdî Gulcîhan Guzel ji Kurdistan24ê re got: “Hem wek dayîkek hem jî wek mamosteyek a zimanê kurdî ez kelecan im û xemgîn im jî. Ez kelecan im ji ber ku keça min dest bi disitanê dike diçe pola yekem, ez xemgîn im ku ne bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîne, arman û daxwaza me ew e ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”
Xwendekar Mizgîn Guzel dibêje: “Ez heta niha diçum zarokîstanê ango pêşdibistanê û ez bi kurdî diaxifîm bi mamosteyan re, ez dixwazim ku dibistan jî bi kurdî be lê mixabin ne kurdî ye.”
Pirsgirêkek din jî ya qada perwerdehiyê ew e ku lêçûnên xwendekaran sal bi sal her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî lêkolînan bo xwendekarek nu dest bi dibistanê kirî bihayê veguhastinê jî tê de kêmzêde 65 hezar lîre ye û malbat di vî warî de daxwaza alîkariyê ji saziyên fermî dikin.
Dayîka bi navê Aysel Şenses Sulmaz jî got: “Kurê min 7 salî ye, îsal dest bi dibistanê kir, hîn gelek kêmasiyên me hene lê dîsa jî heta niha 10 hezar lîre lê çuye, bi rastî bi vî awayî jiyan gelek zehmet e, em dixwazin piştgiriya darayî bo malbatan were dayîn.”
Pirsgirêka ewlekariyê ku sala borî êrîşî dibistanan hat kirin, pirsgirêka aboriyê ku qeyrana aboriyê ve girêdayî lêçuna xwendekaran zêde ye, pirsgirêka neyîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ev her 3 pirsgirêk di perwerdehiya îsal de dertên pêş.