10. Festîvala Plakan a Kadikoyê hat lidarxistin
Stenbol (K24) – Li Stenbolê festîvala plakan bi rê ve çû û bihezaran pilakên ji dema dehan sal berê hatin nûmayîşkirin. Di nava wan de hejmarek pilakên Kurdî yên hunermendên wekî Şivan Perwer, Koma Zozan, Beytocan û Aynur Doganê jî hebûn.
10e mîn Festîvala Plakan a Kadikoyê, nêzikê 15 hezar heyranên plakan anî ba hev. Ji hemû cûreyên mûzîkê heta yên fîlman, koleksiyonên herî girîng ên pilakfiroşan hatin nûmayîşkirin.
Di festîvalê de, hejmarek pilakên Kurdî yên hunermendên wekî Şivan Perwer, Beytocan, Aynur Dogan û Koma Zozan jî hatin dîtin ku hinek ji wan mirov dikare bêje antîka bûn û bihayê wan jî giran bû. Pilakfiroş diyar dikin bidestxistina pilakên Kurdî gelek zehmet e û yên tên bidesxtin jî ne li Tirkiyeyê li Ewropayê hatine çapkirin.
Plakfiroş Ulaş Ûnerman dibêje: “Mixabin wê demê gelê me yê Kurd di bin fişarê de bû. Lewma hingê zêde plak nedihatin çapkirin. Yên hatin çapkirin jî dewletê dest didanî ser. Yên niha di destê me de ne çend heb in û ew jî li Ewropayê hatine çapkirin. Plakeke Şivan Perwerê heye û gelek girîng e. Niha li Almanya ye, ezê wê bînim Tirkiyeyê. Em dixwazin mûzîka Kurdî bidin naskirin û bifroşin. Em hemû mûzîkan difroşin lê ya herî xweş Kurdî ye. Ji ber ku plak û sî-dî û bandên Kurdî bidest nakevin. Lewma dema em vê xizmetê dikin keyfa me zêdetir tê.”
Heyranên pilakan jî di wê baweriyê de ne ku, ne cd ne jî platformên herî pêşketî yên dijîtal nikarin cihê pilakan bigrin. Gohdarkirina pilakan li dijî tekonolojiya dijîtal çandeke analog e û dengê ku ji wan derdikeve jî xweştir e ji yên dijîtal.
Welatiyekî got: “Ev festîval 10 sal in çêdibe û ez jî ev 10 sal in berdewam beşdar dibim û ez bûme birayekî biçûk ê pilakfiroşan. Hin stran henin ku divê mirov ji pilakan gohdar bike. Temam, ser çavan bila ew stran li platformên dijîtal jî hebin. Lê wekî mînak hin stranên mûzîka Jazzê divê mirov ji plakan gohdar bike. Ji ber ku stranên Jazzê ciwankariya serdema plakan tîne bîra me û gohdarkirina plakan çandeke taybet e.”
Di çarçoveya festîvalê de hunermendên diyar jî plakên xwe îmzekirin û dîdarên cûrbecûr hatin çêkirin.