Li Tirkiyeyê zêdebûneke nû hat ser buhayê mazotê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê careke din buhayê sotemeniyê bilind bû û 6 lîre û 62 qiruş li ser her lîtreyeke mazotê hat zêdekirin. Bi vê biryarê re buhayê lîtreya mazotê li wî welatî nêzîkî sînorê 100 lîreyan bû.

Ev zêdebûna nû ya sotemeniyê ku ketiye warê cibicîkirinê, ji ber bilindbûna bihayê petrola xav a Brent a li bazarên cîhanê pêk hat. Hat diyarkirin ku di nava mehekê de ev cara sêyem e ku li Tirkiyeyê buhayê mazotê tê zêdekirin.

Bilindbûna berdewam a buhayê sotemeniyê bargiraniyeke giran dixe ser milê xwediyên wesayîtan. Pispor didin zanîn ku ev buhabûn dê lêçûnên çûnûhatin û veguhastinê zêde bike û rasterast bibe sedema bilindbûna bihayê kelûpelên sereke yên jiyanê, bi taybetî xwarin û vexwarinê.