Bexdayê zêdetirî 76 milyar dînar ji bo cotkarên Kurdistanê xerc kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Federal a Iraqê zêdetirî 76 milyar dînar wekî heqdestê darayî yê berhemê genim ê sala 2025an ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê xerc kir.

Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî îro 15ê Îlonê ji Kurdistan24ê re ragihand, di çarçoveya qonaxa heştem de, hikûmeta Iraqê 500 milyar dînar ji bo heqdestê tevahiya cotkarên Iraqê terxan kiriye ku pişka cotkarên Herêma Kurdistanê jê 76 milyar û 294 milyon û 184 hezar dînar e.

Serwer Hawarî diyar kir ku ev bûdce bi vî rengî li ser parêzgehan hatiye dabeşkirin:

- Silêmanî: 29 milyar û 93 milyon û 449 hezar dînar

- Hewlêr: 24 milyar û 815 milyon û 610 hezar dînar.

- Dihok: 22 milyar û 385 milyon û 125 hezar dînar.

Serwer Hawarî herwiha da zanîn, tevahiya heqdestê darayî yê cotkarên Herêma Kurdistanê bo sala 2025an, 301 milyar dînar bû. Tekez kir jî, piştî xerckirina vê beşê, tenê nêzîkî 7 milyar dînar ji hemû mafên cotkaran li cem hikûmeta federal dimîne.