Iraq ji bo çareserkirina qeyrana benzînê gavên nû davêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo çareserkirina kêmbûna sotemeniyê gavên nû avêtin û ragihand ku biryar e di dawiya vê hefteyê de çendîn tankerên nû yên benzîn û gazê bigihêjin navxweya welêt.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî di daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn, wan ji bo dabînkirina pêdiviyan, girêbestên nû bo hawirdekirina birekî zêdetir ê benzîn û gazê îmze kirine. Rukabî diyar kir ku tê payîn ev tanker heta dawiya hefteyê bigihêjin Iraqê, da ku kêmasiya sotemeniyê ya ji ber zêdebûna daxwaza welatiyan çêbûye, were çareserkirin.

Berdevkê wezaretê destnîşan kir, ev rêkar di çarçoveya plana dabînkirina berhemên neftî de ne li gorî asta pêdiviya rastîn a xelkê. Herwiha tekez kir ku wezaret berdewam çavdêriya asta berhemanîna navxweyî dike û her kêmasiyekê bi rêya zêdekirina hawirdekirinê tijî dike, da ku aramiya bazarê bê parastin.

Her çend Iraq yek ji mezintirîn berhemanîner û hinardekarên sereke yên petrola xav e li cîhanê, lê belê di dirêjahiya salên borî de ji ber kêmasiya parzûngehan, di dabînkirina berhemên wekî benzîn û mazotê de bi berdewamî rûbirûyî qeyranan bûye.