Geştûguzara Herêma Kurdistanê tevlî mezintirîn pêşangeha geştyarî ya cîhanê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Desteya Giştî ya Geştûguzarê Herêma Kurdistanê tevlî Pêşangeha Bazarê Geştyarî ya Erebî (ATM) li Dubeyîyê bûye. Armanca sereke ya tevlîbûnê jî nasandina xwezayê, ewlehî û aramiya Kurdistanê ye, ligel kişandina veberhênerên biyanî bo kerta geştûguzarê.
Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd îro Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku şandeke wê desteyê bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Dihokê û bi endamtiya hejmareke berpirsên desteyê, mil bi milê çend kompaniyên geştûguzarî yên Herêma Kurdistanê, tevlî pêşangeha ATMê li Dubeyîyê bûye.
Ew pêşangeh li roja Duşemê, 14ê Îlona 2026ê, ji aliyê Hakimê Dubeyîyê ve hat vekirin û wekî yek ji bûyerên herî mezin û girîng ên cîhanî di warê geştûguzarê de tê hejmartin, ku zêdetir ji 2 hezar û 600 kompanî û saziyên geştûguzarî ji 161 welatên cuda cuda tevlî wê bûne.
Îbrahîm Ebdulmecîd amaje jî kir ku tevî alozî û rewşa hestiyar a deverê, hebûna Herêma Kurdistanê di vê bûyera cîhanî de giringiyeke berçav heye. Di çarçoveya wê pêşangehê de civîn bi taybetî li gel nûnerên welatên Kendavê hatine kirin, ji bo naskirina şûnwar, dîrok, xwezaya Kurdistanê û balkişandina ser faktora ewlehî û tenahiya deverê.
Berdevkê Desteya navborî eşkere jî kir ku wan danûstandin li gel çend veberhênerên biyanî di kerta geştûguzarê de kirine, daku wan pal bidin ku li navxweya Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.