Li Silêmaniyê 5emîn Konferansa Zanistî ya Nexweşiyên Dil dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – 5emîn Konferansa Zanistî ya Nexweşiyên Dil bi hevkariya hevbeş a Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, îro 16ê Îlona 2026an li bajarê Silêmaniyê dest pê dike.

Di konferansê de hejmareke berbiçav a bijîşk û pisporên navxweyî û biyanî amade dibin. Pispor dê nûtirîn destkeftî, dîtin û pêşveçûnên di warê pişkinîn, dermankirin û xweparastina ji nexweşiyên dil de pêşkêş bikin û gotûbêj bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê da zanîn, konferans îro êvarê demjimêr 18:00an dest pê dike û dê du rojan berdewam bike. Diyar kir ku ev cara yekem e konferanseke bi vî rengî li Silêmaniyê tê lidarxistin û her du wezîrên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê tê de beşdar in.

Derbarê giringiya çalakiyê de, peyamnêrê K24ê bal kişand ser wê yekê ku hejmareke mezin a pisporên nexweşiyên dil lêkolîn û dahênanên xwe yên zanistî yên dawî di vê konferansê de raber dikin.

Li gorî bernameya diyarkirî, biryar e sibe roja duyem a konferansê li kampusa Zanîngeha Qeywanê ya li Silêmaniyê birêve biçe. Armanc ji lidarxistina konferansê li zanîngehê ew e ku derfet ji xwendekarên beşên bijîşkî re bê afirandin, daku ew ji nêzîk ve sûdê ji lêkolîn û agahiyên nû yên di warê nexweşiyên dil de werbigirin.