Ji Mîrnişîna Soran heta Bexdayê: Çarenivîsa nezelal a topên Hosta Receb
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hilweşîna Mîrnişîna Soran, beşeke mezin a çek û teqemeniyên wê serdemê hatin jinavbirin. Îro li navenda Rewandizê topek ji yên hostayê navdar "Hosta Receb" maye ku wek çîrokbêjekî bêdeng dîroka wê serdemê vedibêje; lê belê çarenivîsa dehan topên din di navbera qelîştoka kûr a Rewandizê û depoyên Bexdayê de nezelal e.
Êrîşa Osmaniyan a sala 1836an a li dijî Mîrnişîna Soran, bû sedema wêraniyeke mezin û çekên leşkerî jî ji vê wêraniyê bêpar neman. Beşek ji wan topên ku ji aliyê Hosta Receb ve hatibûn çêkirin hatin jinavbirin, beşek jî hatin avêtin nav "Xerend"ê (newala kûr a Rewandizê) ya ku heta îro gelek sirên dîrokî di hembêza xwe de parastiye.
Îro tenê topek li Rewandizê hatiye danîn ku bala xelkê û geştiyaran dikişîne. Mîrnişîna Soran (1813–1836) bi taybetî di serdema Mîr Mihemed (Mîrê Kor) de karîbû sînorên desthilata xwe ji Rewandizê heta piraniya devera Badînan, Hewlêr, Berdereş û Akrê berfireh bike.
Piraniya geştiyaran û heta xelkê herêmê jî wisa dizanin ku artêşa 60 hezar kesî ya Mîrnişîna Soran tenê xwedî wê topê bûye. Lê lêkolînên dîrokî û daxuyaniyên fermî rastiyeke din nîşan didin.
Qaymeqamê Rewandizê Ehmed Qadir ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hejmara topên Mîrnişîna Soran 222 bûn. Dema Osmaniyan êrîş kir, beşeke mezin jê têk birin û beşek jî bi xwe re birin. Niha tenê du top mane; yek li Rewandizê ye û ya din jî li Bexdayê ye." Qaymeqam her wiha anî ziman ku beşek ji wan topan di wê serdemê de avêtine nav newala Xerendê, "lê heta niha nehatine dîtin."
Ji aliyekî din ve, Rêveberê Karûbarên Şûnwar li Rêveberiya Giştî ya Şûnwarên Herêma Kurdistanê, Dr. Cemal Cemîl Esed ji Kurdistan24ê re diyar kir: "Zêdetirî 100 topên Hosta Receb li Bexdayê ne. Bi giştî 128 topên ji qebareya mezin, navîn û biçûk di Mûzexaneya Leşkerî ya Bexdayê de bûn."
amaje bi wê jî kir, Mûzexaneya Leşkerî di sala 1959an de li taxa Azemiye ya Bexdayê hatibû damezrandin û tê de çek, kinc û kelûpelên serdemên cûda yên dîroka leşkerî dihatin pêşandan. Piştî bûyerên sala 2003an û têkçûna rewşa ewlehiyê, mûzexane rastî talanê hat û gelek zirar dît. Ji ber vê yekê, heta niha bi temamî nayê zanîn ka çend ji wan 128 topan saxlem mane an hatine dizîn.
Di şopandinên Kurdistan24ê de bi temamî derket holê ku hejmara topên Mîrnişîna Soran 222 bûn, lê belê nekarî bi temamî vê yekê piştrast bike ku zêdetirî 100 topî niha jî li Bexdayê ne; bi taybetî ji ber ku ew top di 'Mûzexaneya Leşkerî' de hatibûn danîn û piştre di sala 2003an de beşek ji mûzexaneyê hatibû talankirin.