Bahçelî: Ji bo Ocalan xaniyekî 250 metreyî hatiye çêkirin, ne vîlla
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî gotegotinên derbarê çêkirina "vîllayê" ji bo Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê red kir û ragihand, di nava girtîgehê de tenê avahiyeke 250 metreyî ji bo hevdîtin û civînan hatiye amadekirin.
Devlet Bahçelî li ser wan îdiayên ku digotin li Girava Îmraliyê ji bo rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan vîllayek tê avakirin daxuyanî da. Bahçelî aşkere kir ku ti vîlla nîne, belkî xaniyekî 250 metreyî di nava qada girtîgehê de hatiye çêkirin.
Serokê MHPê da zanîn, ev avahî di nav komelgeha zindanê de ye û armanc jê ew e ku Ocalan ji bo hevdîtin û civînên xwe bikar bîne, da ku peyamên xwe bighîne û di dema pêwîst de ligel rojnamevanan jî bicive. Bahçelî tekez kir ku serkeftina proseya çekdanîn û hilweşandina PKKê gelekî giring e, lewma ev cure hêsankarî tên dabînkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Bahçelî destnîşan kir ku pêşniyara wî ya berê ya derbarê avakirina desteyeke hevahengiyê ji bo birêvebirina proseya siyasî û aştiyê hîn jî li cihê xwe ye.
Li aliyê din, Serokê MHPê piştgiriya xwe ya tam ji bo berbijêriya Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên serokomariyê yên pêş de dubare kir û got ku Erdogan hilbijartinên 2018 û 2023an bi serkeftî qezenc kirine û hêvî xwest ku serkeftina xwe ya sêyemîn jî tomar bike.
Abdullah Ocalan ji sala 1999an vir ve di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de girtî ye. Di salên borî de tecrîdeke giran li ser wî hatibû sepandin û rê nedihar ku malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin, lê piştî bang û destpêşxeriya dawî ya Bahçelî, deriyê Îmraliyê careke din ji bo hevdîtinan hat vekirin.