Li Şêxanê bi 4 milyar dînarî rêya 6 gundan tê qîrkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya plana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo gihandina xizmetguzariyan bo gundan, li sînorê qezaya Şêxanê projeya qîrkirina rêya 6 gundan bi buhayê 4 milyar dînarî dest pê kir. 

Ev rêya stratejîk ji gundê Pîrbubê ya li ser rêya giştî ya Hewlêr - Dihokê dest pê dike û heta gundê Xensê ya li nahyeya Qesrokê dirêj dibe, ku niha kar û xebatên projeyê gihîştine qonaxa qîrkirinê.

Endezyar û serperiştê projeyê Şukrî Mehmûd derbarê xebatan de diyar kir: "Rê bi dirêjahiya 17 kîlometreyan ji Pira Pîrbubê dest pê dike û li Xensê bidawî dibe. Kar bi awayekî berdewam tê de dimeşe û şeş gundên ser bi nahyeya Qesrokê dikevin ser vê rêyê."

Bi temambûna projeyê, niştecihên gundên Bavyan, Sêlka, Şivka, Barêşê, Zînava û Pîrbubê dê rasterast jê sûd wergirin. Ev rê dê karhêsaniyeke berçav ji bo cotkarên deverê peyda bike, da ku bikaribin berhemên xwe yên çandiniyê bi hêsanî bighînin bazarên bajaran.

Cotkarê ji wê deverê Ebdulrehman Nûrî keyfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ev rê ji bo me pir girîng e, ji ber ku çendîn sal bûn nehatibû nûjenkirin û qîrkirin. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku êdî em ê bikaribin bi awayekî hêsantir berhemên xwe yên çandiniyê bibin bajêr."

Herwiha muxtarê deverê Zêrevan Silêman spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo qîrkirina rêya gundên wan a ji Bavyanê heta Pîrbubê û da zanîn: "Beriya niha rêya me ax û herî bû, lê niha dibe qîr; vê yekê feydeyeke gelekî mezin gihandiye tevgera me û sektora çandiniyê."

Ji bilî kerta çandiniyê, tê payîn ku ev rêya nû xizmeteke berçav bigihîne kerta geştiyariyê û zindîkirina tevgera aborî ya devera Şêxan û nahyeya Qesrokê.