Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Hêmin Hewramî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarokê Pîrmamê beşdarî merasîma sersaxiyê ya Şewbo Ebdullah Hewramî, dayika endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî de bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro16ê Îlona 2026an beşdarî merasîma sersaxiyê ya xwedêjêrazî Şewbo Ebdullah Hewramî kir ku dayika endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ye.
Di merasîmê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêzîk ve hevxemî û sersaxiya xwe ya kûr gihand malbat, heval û kesûkarên xwedêjêrazî û ji Xwedayê Dilovan xwest ku giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê bide malbatê.