Li Zaxoyê 9 kargeh tên vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya girîngîpêdana bi kerta pîşesaziyê û afirandina derfetên kar de, bi sermayeyeke giştî ya 1 trîlyon û 500 milyar, dînarî 9 kargehên cor bi cor li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tên vekirin. Tê çaverêkirin ku bi destpêkirina xebata van kargehan, nêzîkî hezar ciwan û derçûyên zanîngehan bibin xwedî kar.

Rêveberê Geşepêdana Pîşesaziyê li Zaxoyê endezyar Ebdulrehman Edîb ji Kurdistan24ê re ragihand, di çarçoveya masterplana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û projeyên geşepêdana herêmê de, ev 9 kargeh dê bên vekirin. Edîb destnîşan kir, ev gav beşek e ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina jêrxana pîşesaziyê û piştgirîkirina berhemên navxweyî.

Li gorî gotina Rêveberê Geşepêdana Pîşesaziyê ya Zaxoyê, kargehên ku biryar e bên avakirin taybet in bi van waran:

- Çêkirina sandwîç panelan

- Berhemanîna çîpsan

- Çêkirin û montajkirina amûrên elektrîkî

- Komkirin û montajkirina sarinc û amûrên sarkirinê

- Berhemanîna mekerone û şehriyeyê

- Kargeha berhemanîna bîskewît û çîkolatayê

- Çêkirina kelûpelên ji alumînyûmê

- Berhemanîna madeyên paqijkirinê

Ebdulrehman Edîb da zanîn, sermayeya giştî ya van veberhênanan digihîje 1 trîlyon û 500 milyar dînarî û got: "Bi temambûna van kargehan, geşepêdana pîşesaziyê li Zaxoyê derbasî qonaxeke nû dibe. Bi vî awayî hawirdekirina dehan berhemên biyanî kêm dibe û li şûna wan berhema navxweyî ya herêmê dikeve bazarê."

Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi taybetî ji ber hebûna Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl, dergehekî serekî yê bazirganiya ligel Tirkiye û welatên Ewropayê ye. Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Zaxoyê wek îdareyeke serbixwe ragihand, li deverê di hemû waran de, bi taybetî di warê veberhênan û avadaniyê de liv û tevgereke berçav çêbûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar di çarçoveya karnameya xwe de dike, da ku jêderên dahatê curbicur bike û girêdayîbûna aboriyê bi tenê bi hinardekirina petrolê kêm bike. Di vê çarçoveyê de zêdekirina qadên pîşesaziyê û hêsankirina karê kargehên navxweyî, ji bilî dabînkirina pêdiviyên bazarê, wek rêyeke sereke ya çareserkirina kêşeya bêkariyê û peydakirina hestên kar ji bo ciwanan tê nirxandin.