Mihemedê Hacî Mehmûd: Divê em pişta xwe bi îradeya xwe girê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê tekez li ser giringiya yekrêziya navbera PDK û YNKê û çalakkirina parlamentoyê kir, herwesa ragihand ku divê Kurd pişta xwe bi hêz û îradeya xwe ve girê bidin ne bi hêzên derve.
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, di konferanseke rojnamevaniyê de hêviya xwe anî ziman ku di paşerojeke nêzîk de parlemento bête çalakkirin, parlementer vegerin holê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bileztir bibin.
"Nêzîkbûna PDK û YNKê bandorê li jiyana welatiyan dike"
Mihemedê Hacî Mehmûd bal kişand ser rola sereke ya her du partiyên desthilatdar û got: "Pêdivî ye Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) berdewam di civînan de bin; ji ber ku barekî giran li ser milê wan e û nêzîkbûna van her du aliyan bandoreka rastrast li ser jîn û jiyara welatiyan heye."
Vekişandina hêzên hevpeymanan û piştbûrestina ji îradeya navxweyî
Li ser mijara vekişandina hêzên hevpeymanan, ku biryar e heta 30ê Îlonê ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin, navborî ragihand: "Wextê ku me şoreş dikir, hêzên hevpeymanan li Bexdayê bûn, lewma giring e em pişta xwe bi hêz û şiyanên xwe ve girê bidin."
Sekreterê Partiya Sosyalîst De mokrat a Kurdistanê wiha domand: "Hûsiyan bi şimik û klaşînkovan berhingarî sê-çar dewletan bûn û ew tengav kirin; ev yek jî îsbat dike ku divê mirov pişta xwe bi îradeya xwe ve girê bide."
Di dawiya axaftina xwe de, Mihemedê Hacî Mehmûd tekez kir ku xelkê Kurdistanê xwedî îradeyeke bihêz e û got: "Em xwedî qewareyeka destûrî ne, ku berhemê xwîna şehîdan û xebata gelê me ye, lewma parastina wê jî erkê hemî aliyan e."