Urmiye di berhemanîna hingivînî de li ser asta Îranê li rêza yekê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Urmiyeyê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hewayê xwe yê guncayî û xwesteka zêde ya li ser pêşxistina çandiniyê, wekî yek ji navendên sereke yên berhemanîna hingivînî tê nasîn. Li gorî amaran, di vî werzî de berhemê hingivînî li parêzgehê zêdebûneke berçav tomar kiriye. 

Herêm bi hezaran sindoq û mêşên hingivînî dihewîne, ku rola sereke di dabînkirina pişka mezin a hingivînê bazarê de dilîzin. Hingivînê vê herêmê ji ber xwezaya wê ya çiyayî û kulîlkên cuda cuda xwedî kalitiyeka bilind e. Mêşvanên deverê amadehiya xwe bo pêşxistina vê pişkê nîşan daye, ku ev yek jî bandoreke rasterast li ser bihêzkirina aboriya deverê û afirandina derfetên kar dike.

Li parêzgeha Ûrmiyeyê, mêşvanan dest bi birîna hingivînî kiriye. Kalitiya hingivînê vê parêzgehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê navdar e. Di warê hejmarê de jî, li ser asta hemî Îranê li rêza yekê ye û bi rêjeyeka zêde li pêş parêzgehên din e. Parêzgeha Ûrmiyeyê îsal 27 hezar û 903 tonên hingivînî berhem anîne, ku ev jî zêdetir ji 20% ya hemî hingivînê Îranê ye.

Pêştir rêjeyeka zêde ji vî hingivînî ji bo Ewropa û welatên Kendavê û welatên hevsinorên parêzgeha Ûrmiyeyê dihat hinardekirin lê ev çend sal in ku Hikûmeta Îranê hinardekirina hingivînî qedexe kiriye. Ev jî bûye sedema wê yekê ku di dema çar salên borî de berhemê hingivînê vê parêzgehê zêdetir ji du hezar tonan kêm bike.

Li parêzgeha Ûrmiyeyê, hejmareka zêde ya zevî û sindoqên mêşên hingivînî heye û her sal hingivînî berhem tînin û şeş hezar kes bi rengekê rasterast di vî karî da çalak in. Bi pîşesazîkirina hingivînê parêzgeha Ûrmiyeyê û peydakirina derfetê bo hinardekirina wî dikare vî berhemê Kurdistanê bike brandeka cîhanî.