Arêşeya gaza Kormorê hat çareserkirin û kareba ber bi asayîbûnê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya Ronakiyê ragihand ku gihîştina gazê bo westgehên berhemanîna karebayê ber bi asayîbûnê ve diçe û heta sibehê zû dê dabînkirina karebayê vegere rewşa xwe ya asayî, herwesa çavkaniyekê ji Wezareta Karebayê ji K24ê re eşkere kir ku proseya zêdekirina gaza zeviya Kormorê dest pê kiriye.
Projeya Ronakiyê îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, ragihand ku gihîştina gazê bo westgehên karebayê ber bi asayîbûnê ve diçe û heta berê sibehê zû dê dabînkirina karebayê vegere rewşa xwe ya berê.
Herwesa çavkaniyekê ji Wezareta Karebayê ji K24ê re ragihand ku kompaniya Danagasê 220 milyon pêyên sêca gaz kêm kiribû, ku bi rêjeya 36% ji hinardeya wê zeviyê dihate texmînkirin. Wê kêmkirina gazê bandor li ser westgehên karebayê çê kiribû û berhemanîn nêzîkî hezar û 300 megawatan kêm kiribû.
Wê çavkaniya Wezareta Karebayê ji K24ê re eşkere jî kir ku niha proseya zêdekirina rêjeya gazê ji zeviya Kormorê dest pê kiriye, û bi zêdebûna rêjeya gazê re jî, seetên dabînkirina karebayê dê zêde bibin.
Herwiha bal kişand ser wê yekê jî ku wê proseyê dest pê kiriye û di navbera 6 heta 8 seetên din de dê berhemanîna karebayê zêde bibe, bi vê yekê jî asta berhemanînê bilind dibe û rewşa karebayê wekî beriya daketina gazê vedigere.
Wezareta Karebayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li serê sibeha îro di ronkirinekê de ragihandibû ku kompaniya Danagasê rêjeya hinardekirina gazê bo westgehên berhemanîna karebayê kêm kiriye. Ji ber wê kêmkirinê jî, rêjeya berhemanîna karebayê bi rêjeya 1000 megawatan daketiye.
Wezareta Karebayê û Wezareta Samanên Siriştî ragihandibû ku ligel kompaniya Danagasê di peywendiyeka berdewam de ne û bizavên çareserkirina wê pirsgirêkê û vegerandina rewşa hinardekirina gazê û asta berhemanîna karebayê bo rewşa asayî berdewam in.