Li Rewandizê Duyemîn Fêstîvala Tirî birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Rewandizê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê, îro 17ê Îlona 2026an, Duyemîn Fêstîvala Tirî tê lidarxistin.
Devera Soranê û bi taybetî qezaya Rewandizê ji aliyê berhemanîna tirî ve wek navçeyeke pêşeng û dewlemend tê naskirin. Di vê çarçoveyê de, gundê Mawîliyan bi taybetî bi berhemanîna cûreyên cuda yên tirî, nemaze bi "Tiriyê Reşmîlî" navdar e. Herwiha li sînorê gundê Akoyanê jî cotkarek heye ku bi tenê serperiştiya baxekî bi 50 cûreyên cuda yên tirî dike.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Rewandizê amaje bi wê yekê jî kir ku baxên tiriyê Reşmîlî yê gundê Mawîliyan ji ber ku li deverên bilind û çiyayî ne, xwedî sûd û taybetmendiyeke gelekî cuda ne; tiriyê vî gundî xweragir e û heta werza zivistanê jî berhema wî ya teze li ser daran dimîne.
Peyamnêrê me da zanîn ku zêdetirî 60 cotkar, hosta û hilberînerên herêmê beşdarî fêstîvalê dibin. Tevî pêşandana berhemên dewlemend ên tirî, gelek berhemên din ên navxweyî yên wekî hejîr û hinguv jî di fêstîvalê de tên pêşkêşkirin.
Herwiha hunermend û xwedîbehireyên di warê wênesazî û duristkirina kelûpelên destî de jî bi berhemên xwe cihê xwe di fêstîvalê de digirin. Ev çalakî derfeteke baş ji bo cotkar û karsazên destî peyda dike, da ku berhemên xwe bidin nasîn û bi awayekî rasterast bifroşin serdanvan û geştyaran.