Li Şêxanê cotkaran dest bi çinîna zeytûnan kir

Şêxan (K24) – Li gundê Dekanê yê ser bi qezaya Şêxanê ve, werzê çinîna zeytûnan dest pê kir. Cotkarên vî gundî bi hevkariya hev û bi rihê alîkariyê dest bi çinîna berhemên xwe kirine ku salane digihîje zêdetirî 500 tonî û wek yek ji baştirîn cûreyên zeytûnê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê nasîn.

Gundê Dekanê ku dikeve rojhilatê navenda qezaya Şêxanê, xwediyê bi hezaran darên zeytûnê ye. Niştecihên gund berhema xwe wek "zêrê zer" bi nav dikin, ji ber ku debara sereke ya jiyana wan li ser vî karî ye û ev darên pîroz bûne çavkaniya sereke ya xêr û bereketa herêmê.

Cotkarê ji gundê Dekanê, Newzad Zubêr ji Kurdistan24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê û Iraqê ti zeytûn nagihîje asta zeytûnên vî gundî û got: "Temenê piraniya van darên zeytûnê ji 100 salî zêdetir e. Ev zeytûna ku em niha berhev dikin, tenê ji bo xwarinê û tirşiyan e; em wan dişînin bazarên Herêma Kurdistanê û bajarên wekî Bexda, Besre û Mûsilê. Ji meha Mijdarê pê ve jî dema ku zeytûn reş dibin, werzê cûreyekî din dest pê dike ku ew bi taybetî ji bo derxistina zeytê tê bikaranîn."

Herwiha cotkara jin a heman gundî, Cewahir Yûsif jî diyar kir ku ji berê de zeytûnên Dekanê bi nav û deng in û got: "Ji dema ku bîra me dibe vir ve, xelk ji deverên cuda yên dûr bi kamyon û barhilgiran tên heta gundê me da ku berhemê zeytûna me bikirin."

Qezaya Şêxanê û deverên derdora wê ji ber xwedîbûna axeke bikêrhatî û keşûhewayeke guncayî, wek navendeke sereke ya çandiniya zeytûnê li Herêma Kurdistanê tên hejmartin.

Salane di werzê Payîzê de, bi hezaran ton zeytûn ji baxên vê herêmê têne berhevkirin. Ev berhem ne tenê pêdiviyên bazarên navxweyî ji bo xwarin û rûn dabîn dike, lê beşeke mezin jê dişînin parêzgehên naverast û başûrê Iraqê jî. Çandiniya zeytûnê bûye jêdera debara aborî ya bi sedan malbatên cotkar ên devera Şêxanê.