Pilakên Kurdî di festîvala Kadikoyê de hatin berçavkirin
Diyarbekir (K24) – Li Stenbolê festîvala pilakan bi rê ve çû û bi hezaran pilakên ji dema beriya bi dehan salan hatin berçavkirin. Di nava wan de, hejmareka pilakên Kurdî yên hunermendên wekî Şivan Perwer, Koma Zozanê, Beytocan û Aynur Doganê jî hebûn.
Gera 10ê ya Festîvala Pilakan a Kadikoyê nêzikê 15 hezar heyranên pilakan anîn ba hev. Ji hemî cûreyên mûzîkê heta yên fîlman, koleksiyonên herî girîng ên pilakfiroşan hatin berçavkirin.
Em rastî hejmareka pilakên Kurdî yên hunermendên wekî Şivan Perwer, Beytocan, Aynur Dogan û Koma Zozanê jî hatin, ku hinek ji wan mirov dikare bibêje antîka bûn û bihayê wan jî giran bû.
Pilakfiroş diyar dikin ku bidestxistina pilakên Kurdî gelek zehmet e û yên tên bidesxtin jî ne li Tirkiyeyê belkî li Ewropayê hatine çapkirin.
Ulaş Ûnerman ê pilakfiroş di vî warî de dibêje: “Mixabin di wextê xwe de gelê me yê Kurd di bin fişareka zêde de bû, lewma hingê zêde pilak nehatin çapkirin. Yên ku hatine çapkirin jî dewletê dest danî ser wan. Yên niha di destê me de ne çend heb in û ew jî li Ewropayê hatine çapkirin.”
Ulaş Ûnerman eşkere jî dike: “Pilakeke Şivan Perwerî heye û gelek girîng e. Niha li Almanyayê ye, ez dê wê bînim Tirkiyeyê. Em dixwazin mûzîka Kurdî bidin naskirin û bifroşin. Em hemî mûzîkan difroşin lê ya herî xweş Kurdî ye. Ji ber ku pilak û CD û bandên Kurdî bi dest nakevin, lewma dema em vê xizmetê dikin, keyfa me zêdetir tê.”
Heyranên pilakan jî di wê baweriyê de ne ku, ne CD ne jî platformên herî pêşketî yên dijîtal nikarin cihê pilakan bigirin. Guhdarîkirina pilakan li dijî tekonolojiya dijîtal çandeke analog e û dengê ku ji wan derdikeve jî xweştir e ji yên dijîtal.
Welatiyek jî di vî warî de dibêje: “Ev 10 sal in ku ev festîval çê dibe, ez jî ev 10 sal in berdewam tevlî wê dibim û ez bûme birayekî biçûk ê pilakfiroşan. Hin stran hene, ku divê mirov ji pilakan guhdar bike.”
Ew welatî herwesa radigihîne: “Temam, li ser çavan, bila ew stran li platformên dijîtal jî hebin, lê wekî mînak hin stranên mûzîka Jazzê divê mirov ji pilakan guhdar bike. Ji ber ku stranên Jazzê ciwankariya serdema pilakan tîne bîra me û guhdarîkirina pilakan çandeke taybet e.”
Di çarçoveya vê festîvalê de, hunermendên diyar jî pilakên xwe îmze kirin û dîdarên cuda cuda hatin çêkirin.
Li bajarekî, ku şeş milyon Kurd lê dijîn, me nekarî şeş pilakên Kurdî bibînin. Lê wisa ye; heke zimanek serdemekê hatibe qedexekirin û pilak jî berhemên wê serdemê bin, asayî ye ku encam jî ev be.