Pêşangeha Pirtûkan a Sineyê di bin siya krîza aborî de bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera 10ê ya Pêşangeha Kurdistanê ya Navdewletî ya Pirtûkan li bajarê Sineyê piştî heft rojan ji çalakiyan bi dawî hat, ku tevî pişkdarbûna 300 weşanxaneyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û 9 weşanxaneyên Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 20 hezar navnîşanan, lê daketina nirxê diravê Îranê û rewşa xirab a aborî hişt ku kirîna pirtûkan di şiyanên xelkê de nebe û nediyariya paşeroja weşanxaneyan bîne holê.

Pêşangeha Kurdistanê ya Navdewletî ya Pirtûkan li bajarê Sineyê bi dawî hat, ku 300 weşanxenyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û neh weşanxaneyên Herêma Kurdistanê tevlî wê bûne û zêdetir ji 20 hezar navnîşanên pirtûkan tê de berçav kirine.

Tevî ku gelek welatiyan serdana vê pêşangehê kiriye jî, lê hejmara wan kesên ku bi destên tijî ji hola pêşangehê derdikevin gelek kêm e. Piraniya kelûpelên çapkirina pirtûkan, her ji kaxezan heta rengan, ji derveyî Îranê tên hawirdekirin.

Daketina bihayê diravê Îranê li beranberî diravên biyanî wesa kiriye ku bihayê wan kelûpelan gelek bilind bibe û bibe sedema giranbûna pirtûkan. Pirtûkên Herêma Kurdistanê jî, tevî daşkandina 30% ji bo welatiyan, kirîna wan di şiyanên pirtûkxwînên Rojhilatê Kurdistanê de nîne.

Gera 10ê ya Pêşangeha Kurdistanê ya Navdewletî ya Pirtûkan li bajarê Sineyê piştî heft rojên çalakiyan û lidarxistina heft semîneran li ser dîrok, çand û edebiyata bajarên vê parêgehê bi dawî hat. 

Vê pêşangeha di demekê de çalakiyên xwe bi dawî anîn ku ji ber vê rewşa aborî ya xirab a Îranê de û nebûna bikiran ji bo pirtûkên wan, weşanxaneyên Rojhilatê Kurdistanê piştrast nînin ku saleke dî di pêşangeheka dî ya pirtûkên Kurdî de pişkdar bibin.