Muzîkjen Nêrgiz Ezîz bi projeyeke navneteweyî çanda Kurdî bi cîhanê dide nasîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjen û lêkolera Kurd Nêrgiz Ezîz, bi mebesta afirandina diyaloga muzîkê di navbera çandên cuda de û danasîna çanda kurdî li ser asta navneteweyî, projeyeke nû ya bi navê "Xeleka Muzîka Cîhanî" damezirand. 

Nêrgiz Ezîz îro 15ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, ew di vê projeyê de bi hunermendên ji welatên cuda re tê ba hev û her kes bi saz, teknîk û nasnameya xwe ya resen beşdar dibe, bêyî ku çandek di ya din de bê helandin. Ezîz da zanîn ku cudahiyên çandî ne asteng in, lê belê dibin çavkaniya ahengeke nû ya hunerî.

Muzîkjena Kurd destnîşan kir ku armanca sereke ya projeyê danasîna Kurdistanê bi rêya muzîkê ye û got: "Kurdistan di dirêjahiya dîrokê de warê hevgirtina şaristanî û kevneşopiyên cuda bûye. Ji ber vê yekê muzîk dikare bibe beşek ji hêza nerm û wekî amrazekî girîng ê dîplomasiya çandî ya di navbera Kurdistan û cîhanê de rol bilîze."

Derbarê berhema yekem a projeyê de, Nêrgiz Ezîz da xuyakirin ku wan gava yekem ligel hunermendê Swêdî Mans Billner dest pê kiriye û ev pêngav dê bibe destpêka hevkariyên nû ligel muzîkjenên ji beşên cuda yên cîhanê. Her wiha da zanîn ku ew dixwaze di vê projeyê de amûrên muzîkê yên kevnar û nûjen bîne cem hev.

Nêrgiz Ezîz xelka Silêmaniyê ye û li Ewropayê dijî. Wê Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye, xwendekara beşa Muzîk û Tenduristiyê ye û niha li ser dîroka saz û amûrên muzîkê yên di çandên cuda de lêkolînan dike.