Nêçîrvan Barzanî: Gelek destkeftî hatine bidestxistin û em pê serbilind in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di ahenga derçûnê ya gera 7ê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê de gotareka giring pêşkêş kir û tê de bal kişand ser rola ciwanan di paşroja welat de, û teqez kir ku welatê pêşkeftîtir ji xeletiyên xwe nareve, belkî danûstandinan li ser wan dike û çareseriyan ji bo wan vedibîne.
Di çarçoveya birêveçûna merasîma derçûnê ya gera 7ê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê, 17ê Îlona 2026ê tevî pîrozbahîkirina li derçûyan, kesûkarên wan, desteya zanîngehê û Masrûr Barzanî, tekez li ser qonaxa nû ya karkirinê û tevlîbûna çalak a ciwanan di avakirina welatî de kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di pareka gotara xwe de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê karên gelek baş û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin, ku cihê serbilindiyê ne, herwesa got: "Welatê pêşkeftî ew welat e yê ku xeletiyên xwe dibîne, danûstandinan li ser wan dike û çareser dike; rexneya avaker Kurdistanê bêhêz nake, belkî dibe sedema zêdetir pêşketina welat."
Nêçîrvan Barzanî herwesa daxwaz ji derçûyîyan kir ku her dem dilsozên ax û welat bin û pênaseya dilsoziyê bi vê rengî kir: "Dilsoziya rast û durist rêzgirtina li xwîna şehîdên me, li xebat û têkoşîna Pêşmergeyên me yên qehreman, herwiha parastina wan destkeftiyan e yên ku bi qurbanîdanê hatine bidestxistin."
Herwiha wî ji derçûyiyan re got: "Berpirsiyariya we ew e ku hûn wan kar û aliyan bibînin ên ku me nedîtine, herwiha wan dever û waran ava bikin ên ku me nekariye wekî pêdivî ava bikin."
Li ser guhartinên bilez ên cîhanê û pêşketina teknolojiyayê, Serokê Herêma Kurdistanê behsa pêşkeftina Jîriya Destçêkirî (AI) kir û got: "Teknolojiya û Jîriya Destçêkirî gelek bilez pêş dikevin û wan karan dikin ên ku berê hizir lê nedihat kirin. Teknolojiyayê bi kar bînin, lê ew pirsên ku girêdayî erk û biryarên mirovan in, nedin destê teknolojiyayê, ji ber ku teknolojiya her çend pêş bikeve jî, hindek nirx hene ku ti caran nahêne guhartin, wekî: dilsozî, destpakî û xizmetkirina civakê."
Di dawiyê de jî, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya nifşê nû kir ku di civakê de bibin pêşeng û ragihand: "Bibin rêber, lê rêbertî tenê bi pile û postan nîne, belkî divê bi hestkirina bi berpirsiyariyê be li beranberî ax û gelê we."