Li Tirkiyeyê bihayê lîtreya mazotê ji 100 lîreyan derbaz bû

Diyarbekir (K24) – Bihayê lîtreya mazotê li Tirkiyeyê ji 100 lîreyî derbas kir û tê pêşbînîkirin ku ev bihabûn di demeke nêz de zamên nû bi xwe re bîne. Ajokarên taksiyên zer balê dikêşin ser wê yekê ku heke wisa bidome, ew dê neçar bimînin ku karê xwe rawestînin û karsaz jî dibêjin bihabûna sotemeniyê rasterast bandorê li ser hilberînê dike, ku ew hêvî dikin ev rewş demkî be û di demeke nêz de aborî dîsa bi ser xwe ve were.

Li Tirkiyeyê bi zamên dawî bihayê lîtreya mazotê ji 100 lîreyî derbas bû û bû 103 lîre, bihayê lîtreya benzînê bû 82 lîre û bihayê lîtreya xaza siruştî jî bû 34.5. Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara yekem e ku lîtreya mazotê 100 lîreyî dibîne û pispor balê dikêşin ku ev yek sînoreke girîng û bandoreke neyînî li ser dêrûniya bazarê dike. Ajokarên taksiyên ku karê veguhastina rêwiyan dikin jî dibêjin ku ew êdî nikarin wek berê karê xwe bikin û dahatek berketî bi dest bixin, ajokar dibêjin ku heke wisa bidome, ew dê karê xwe rawestînin. 

Faysal Akdemîr ê ajokar di vî warî de dibêje: “Sala borî bigotana wê mazot bibe 100 lîre, me bawer nedkir. Ez ajokar im, taksi ne ya min e, ez nikarim rojaneyeke berketî bi dest bixim û herim malê, wisa bidome em dê kontak bigirin û biçin malê, dahat têra zirarê nake.”

Di derheqa bihabûna sotemeniyê de, karsaz jî balê dikêşin ku dema bihayê sotemeniyê zêde bibe, bivê nevê hilberîna qada pîşesaziyê jî bi awayekî neyînî bandorê ji vê yekê dibîne. Karsaz pêşbînî dikin ku ji ber ku qeyrana gerdûnî û demkî ye, dê bi bergiriyên nû rewşa xirap a niha derbas bibe.

Serokê Komeleya Cîhana Kar a Diyarbekirê (DÎSÎDER) Şehmûs Akbaş jî dibêje: “Bihabûna sotemeniyê lêçûnan zêde dike û ev yek bandorê li hilberîna fabrîqeyan dike, bajarê me ji ber ku ji benderên keştiyan dûr e û kelûpel û xurek jî bi veguhastinê tên û diçin, Diyarbekir li gorî bajarên nêzîkî bênderan bêhtir ji vê qeyranê zirarê dibîne, lê ev rewş gerdûnî ye û demkî ye, şiyanên wezareta darayî hene bi bergiriyên baş ji vê rewşê derbikeve, ez hêvî dikim ku li demeke nêz rewş ber başiyê biçe.”

Ji 1ê rêbendana îsal ve bihayê benzînê %51, bihayê mazotê %84, bihayê xaza siriştî jî %22 zêde bûye, ku pispor dibêjin ku heke bihabûn wisa bidome, dê di gelek qadên jiyanê de bazirganî were asta rawestandinê.