Li Kirmanşanê metirsiya wêranbûnê li ser serşokeka dîrokî heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serşoka dîrokî ya Kenûleyê li gundê Seyîd Pawayê yê girêdayî devera Dînewerê ya Kirmanşanê, ku berî nêzîkî 140 salan hatibû çêkirin û gelek xizmeta xelkê wê deverê û rêvingan kiribû, niha ji ber nebûna xizmetkariyan û xemsariyê di nav xeteriya kavilbûnê de ye.
Serşoka dîrokî ya Kenûleyê li gundê Seyîd Pawayê yê girêdayî devera Dînewerê şakareka avahiyên dawiya sedsala 19ê ye. Ev şûnwar bêrî nêzîkî 140 salan li ser erkê Mehmûd Xanê Emîrî yê xwediyên gundê Bolanê li Bêlewarê hatiye çêkirin, ku li sala 1954ê Zayînî wexera dawiyê kiriye.
Ev serşok ji bo xizmeta xelkê Kenûle, Dînewer, Sertext, Bêlewar û karwan û rêvingan hatiye çêkirin û bi dehan salan qonaxa germ û gur a xelkê wê deverê bûye.
Rûberê vê serşokê tevî pêlik û derdorên wê nêzîkî 500 metreyan e, dîwarên wê bi ber û sarûcan bi bilindahiya nêzîkî sê metre û nîvan û bi dirêjahiya 15 metreyan û paniya heşt metreyan hatine avakirin.
Wê pênc kombed hene, bi bilindahiya yek metre û paniya yek metre û 20 santîmetreyan, ku li derve bi xişteya çargoşeyî ya mezin hatine nixaftin. Xişteyên wê jî her wê serdemê li beranberî wê serşokê hatine çêkirin û hundirê wê jî bi hunera kêçkirinê hatiye xemilandin.
Ji bilî sotina şûnwaran, xelkê deverê ji ber nebûna xizmetkariyan jî dinalin. Rêyên navbera gundan her ax in, her roj tenê nêzîkî du seetan ava vexwarinê heye û coyên konkrîtî jî ji bo avdêriyê nînin. vê rewşê wesa kiriye ku nêzîk e gundên wê deverê hêdî hêdî bên berdan.