ÎHD: Di 6 mehan de li Bakurê Kurdistanê 1804 binpêkirinên mafan çê bûne

Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporta binpêkirinên mafên mirovan ên Bakurê Kurdistanê aşkere kir, ku li gorî sala borî kêmbûneka watedar derneketiye holê û bal hate kêşan ku her çiqas nêzîkî 2 salan e pêvajoya çareseriyê hebe jî, binpêkirinên mafên mirovan ên girêdayî çaresernebûna pirsa Kurd berdewam in, mafnas balê dikêşin ku binpêkirin nîşan didin ku pêvajoya çareseriyê hîn nekariye ji Enqereyê derbikeve.

Ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê ve, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên 6 mehên pêşî li Bakurê Kurdistanê rû dane raportek hat ragihandin. Li gorî wê raportê, li Bakurê Kurdistanê di 6 mehên pêşî de 1804 binpêkirin rû dane. 

Her li gorî wê raportê, 38 jin, 11 mêr û 10 zarok hatine kuştin û di gelek qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan berdewam in. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan balê dikêşin ku her çiqas ev nêzîkî 2 sal in pêvajoya çareseriyê heye û şer û pevçûn rawestiyane jî, ev yek di raportên binpêkirinê de nayên dîtin û pêvajo ji Enqereyê derneketiye.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Suzan Mehmetoglu di vî warî de got: “Pêvajo ji Enqereyê derneketiye, civaka Trik û rayedarên dewletê hîn jî wek berê tevdigerin, ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafên mirovan berdewam in.”

Raporta Komeleya Mafên Mirovan balê dikêşe ku hîn jî di nêrîna sazî û  rayedarên dewletê de li dijî civaka Kurd pêşdaraziyek heye û dewletê nekariye li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya ewlekariyê biterikîne, ku ev yek di berdewamiya binpêkirinên mafên mirovan de hêmanek bibandor e.

Berpirsê Komeleya Mafên Mirovan ê Bakurê Kurdistanê Tahir Saçak jî got: “Dewlet hîn jî bi polîtîkayên ewlekariyê tevdigere, bi taybetî li ser 3 xalan binpêkirin didomin ku yek jê binpêkirinên mafên girtiyan li girtîgehan e, ya duyê binpêkirina mafên xwenîşandanê ye ku bi awayeke tund mudaxale li xwenîşanderan tê kirin, ya sêyê jî kuştina jin û zarokan e.”

Komeleya Mafên Mirovan bang dike ku dema komisyona çavdêriya qanûna pêvajoyê di bin banê Parlementoya Trikiyeyê de were avakirin, divê ji saziyên sivîl jî nûner di komîsyonê de pişkdar bin da ku bandoreke erênî li kêmkirina binpêkirinan bike.”