Şaredariya Hewlêrê kempeyneke paqijkirin û xemilandina dibistanan dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel nêzîkbûna destpêka sala nû ya xwendinê, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê kempeyneke berfireh bo paqijkirin, boyaxkirin û nexşandina dîwarên dibistanan bi dirûşmên perwerdeyî dest pê kir; herwesa hişyarî bi wan kes û aliyan tê dan, ên ku bi reklam û nivîsînên nehejî sîmaya navendên xwendinê têk didin.
Rêveberê Şaredariya Şeşê li sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê Endazyar Çapûk Ebdulezîz Sidîq îro Înê, 18ê Îlona 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Kempeyna boyaxkirin û jêbirina pîsbûna li ser dîwarên dibistanan li seranserî sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê dest pê kiriye; bi taybetî ew dibistanên ku bi sedema reklamên bazirganî yên bêdestûrî yan jî nivîsînên nehejî dîwarên wan hatine têkdan û sîmayeke kirêt wergirtiye."
Rêveberê Şaredariya Şeşê diyar jî kir ku ew kempeyn ji sînorê wan hatiye destpêkirin û di qonaxên bê de hemî şaredariyên din ên paytextî vedigire, herwiha got: "Bi hevahengiya ligel rêxistineke civaka sivîl û bi dabînkirina hemî kelûpel û pêdiviyan ji aliyê şaredariyê ve, dîwarên têkdayî têne boyaxkirin û bi dirûşmên hişyariyê, perwerdeyî û peyama parastina jîngehê têne nexşandin, da ku jîngeheke guncayî bo xwendekaran bê afirandin."
Li ser rêgirtina li dubarebûna vê diyardeyê û parastina malê giştî, Çapûk Ebdulezîz hişyarî da û ragihand: "Em ligel rêveberên hemî navendên xwendinê li ser xetê ne û me ew agahdar kirine ku bi rêya kamerayên çavdêriyê derdorên dibistanan bipişkinin, her kesek an jî kompaniyek bê dîtin ku dîwarên dibistanan bi reklam an nivîsînê pîs dike, yekser zanyar û belge radestî aliyên peywendîdar têne kirin da ku rêkarên tund yên qanûnî li beranberî wan bêne girtin."
Rêveberê Şaredariya Şeşê tekez jî kir ku tîmên karkirinê bi giranî û bi awayekî lezgîn li ser karên xwe berdewam in, bi merema ku berî destpêkirina fermî ya dewama werzê nû, hemî kar bêne temamkirin û dibistan bi sîmayeke ciwan, xemilî û hejî pêşwaziya mamosta û xwendekaran bikin.