Encûmena Ewropayê doza "Mafê Hêviyê" xist nav karnameya civînên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Ewropayê doza navdar a "Mafê Hêviyê" û cezayê zîndanîkirina hetahetayî ya giran li Tirkiyeyê xist nav karnameya civînên Çileya bê da ku çaksaziyên qanûnî yên Enqereyê binirxîne; ev jî ligel çêbûna guhartinên nû yên qanûnî di doza Selahattîn Demîrtaş û gotgotkên li ser îhtîmala azadkirina wî hevdem e.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê, ku serperiştiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dike, karnameya civînên Berçileyê ragihand. Li gorî bernameya karî ya pejirandî di civîna hejmar 1569 a wê komîteyê de, di 15 û 16ê Çileya 2026ê de, doza "Koma Gurbanê" ya girêdayî Tirkiyeyê di civîna hejmar 1577 a Mafên Mirovan de di navbera 1 heta 3ê Çileyê de tê nîqaşkkirin.

Komîteya Wezîran cara dawiyê di civîna meha Îlona 2025ê ya girêdayî vê dozê de ligel Tirkiyeyê civiyabû û daxwaz ji Enqereyê kiribû ku guhartin û çaksaziyan di qanûnên girêdayî cezayê zîndanîkirina hetahetayî ya giran de bike, bi awayekî ku "hêviya azadkirinê" bo cezakiriyan vegire. Herwesa daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû ku heta dawiya meha Hezîrana 2026ê zanyarên berfireh û plana karê xwe pêşkêş bike û tê rawestin ku di civîna Çileyê de biryareke nû ya demkî ragihîne.

Paşxaneya vê biryara Encûmena Ewropayê ligel berdewamiya gotgotk û şopandinan li ser îhtîmala azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş hevdem in. Di vê dawiyê de doza sereke ya Kobanê, ku Demîrtaş bi sedema wê hatibû cezakirin, piştî biryara dadgeha pile yek, bo Dadgeha Herêmî ya Daxwaziyên Enqereyê hat veguhastin û ji aliyê wê dadgehê ve ket jêr pişkinîn û nirxandinê.

Ev pêşveçûna qanûnî piştî wê yekê hat ku di 10ê Tebaxê de Parlamentoya Tirkiyeyê pejirandina "Qanûna Çarçoveyî" ragihand, vê yekê jî deriyê şirovekirineke nû vekir ka gelo Demîrtaş dikare feydeyî ji vê rêxistina qanûnî werbigire an na. Ji aliyekî din ve jî, ragihandina amadekariyan bo "Rêxistina nû ya qanûna cezakirinê" ji aliyê Şêwermendê Bilind ê Serokkomar Mehmet Uçum û amajekirina Serokê MHPê Devlet Bahçelî, ku azadkirina Demîrtaş wekî pêngavake "bikêr û xêr" bo Tirkiyeyê wesf kiribû, rehendeke nû da wê dozê.

Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016ê ve di Zîndana Edirneyê de hatiye girtin, proseya darizandina wî berdewam di asta navxweyî ya Tirkiyeyê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tê nîqaşkirin û niha çav li ser biryara dawiyê ya Dadgeha Herêmî ya Daxwaziyên Enqereyê ne.