Mehmûd Mihemed: Hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hatine zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, hewldanên ji bo çalakkirina Parlamena Kurdistanê û avakirina hikûmeta Herêmê hatine zêdekirin. 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 19ê Îlona 2026an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî pêdivî bi sekneke cidî heye. Ev rewş erkî pir cidî ya neteweyî û nîştimanî dixe ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê, divê hemû alî, heta yên ku dirûşma opozîsyonê hildirtine jî, di rewşeke wisa de helwestên xwe ji hev cûda bikin. 

Herwiha got: "Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê hewl didin ew astengiyên li ber ava kirina kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina Parlamena Kurdistanê hene, nemînin. Ji bo vê yekê jî di navbera me û hemû aliyan de gotûbêjên zêde hene da ku em vê mijarê çareser bikin."

Mehmûd Mihemed destnîşan kir, çalakkirina parlamentoyê bi encamên civîn û gotûbêjan ve girêdayî ye, da ku bê zanîn ku rewa gotûbêjan digihîje kû derê û çi biryar tê dan, ji ber wê nikar im ku demê ji bo pêkanîna hikûmetê diyar bikim, lê ya ku heye gotûbêj berdewam in, her weha komîteyeke hevbeş heye ji bo lêkolînê û li ser çend mijaran li hev kirine, ya ku heye hin asteng hene ku wan jî gotûbêjeke zêde li ser hatine kirin, ji ber wê diêlin da ku komîteyên Partî û Yekîtiyê gotûbêjên xwe temam bikin. 

Derbarê civîna di navbera PDK û YNKê de, Mehmûd Mihemmed got: Berê jî civîn hebûn û civîn dê berdewam bin, lê dibe ku dûrî çavên medyayê bûbin. Di van çend rojên borî de jî civîn çêbûn. 

Derbarê proseya temamkirina kabîneya hikûmeta Iraqê de, Berdevkê PDKê got: Ew lîstik û tevlîheviya siyasî ya ku li Bexdayê heye, sedema derengketina proseyê ye, lê tê çaverêkirin ku piştî vegera Elî Zeydî ji Amerîkayê, pêkhatina kabîneya hikûmeta nû ya federal bê temamkirin û bi dawî bêt.

Li ser pirsyar a çekdanîna komên milîsan û rewşa Iraqê, Mehmûd Mihemed got: Ji bo hemû pirs û pirsgirêkan divê em vegerin ser destûrê, ji ber ku di destûrê de hatiye yeklakirin ku divê çek di destê kîjan alî de be û kî kontrola çekan dike. Ji ber wê divê em piştgir bin ku destûr wekî ku heye, bête cîbicîkirin. 

Herwisa li ser rewşa siyasî, şer û pevçûnên navçeyê, Mehmûd Mihemed ragihand, em ji destpêkê ve li ser wê yekê rawestiyane û ligel wê yekê ne ku axa Iraqê ji bo yeklakirina pevçûnan neyê bikaranîn.