Li Tirkiyeyê sala borî 196 hezar zarok tevlî tawanan bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê rêjeya tawanan ber bi zêdebûnê ve ye û beşeke diyar a van tawanan zarok dikin. Li gor amaran sala borî 196 hezar zarok tûşî tawanan bûne. Li gor beşek ji welatiyan cezayên yasayî têra astengkirina tawanan nakin. Lê yasanas hişyarî didin, çareseriya bingehîn di girankirina cezayan de niye, perwerdekirina zarokan û aboriyeke geş de ye.

Yek ji birînên giran ên civakî yên Tirkiyeyê zarokên ku tûşî tawanan dibin e û di salên dawî de hejmara wan her zêde dibe. Li gor Saziya Amaran a Tirkiyeyê TÛÎKê sala borî zêdetir 600 hezar zarok bo bingehên asayîşê hatine birin û 267 hezar ji wan sîtembar in lê 196 hezar ji wan jî tawanbar. Ev hejmar gengeşeya gelo ceza, têra astengkirina tawanan nakin, an di sîstema perwerdehî û civaka Tirkiyeyê de pirsgirêkeke kûr heye bi xwe re anî û welatî jî li ser vê pirse bûne du beş.

Welatiyek dibêje: “Yekem perwedehiya xirab, duyem bêkarî dibin sedem ku zarok tûşî tawanan bibin. Ya sêyem jî mixabin zarokên me êdî hêviya jiyaneke lûks dikin. Dixwazin mobayl û otomobîla wan a herî baş hebin û bêrîka wan tije pere be. Daku di zûtirîn dem de bigihijin van daxwazên xwe tûşî tawanan dibin.”

welatiyekî din dibêje: “Bi piştrastî ve divê werin cezakirin. Divê bi giranî werin cezakirin daku careke din tûşî tawanan nebin û hevalên wan jî bitirsin û berê xwe nedin karên xirab. Lê mixabin welatê me tawanbar azad in, bêguneh girtî ne. Li welatê me dadperwerî nemaye.”

Lê yasanas di wê baweriyê de ne ku çareseriya bingehîn di zêdekirina cezayan de niye. Parêzer Veysel Demîrkaya dibêje, divê zarok ji ber pirsgirêkên aboriyê ji mafê xwendinê bêpar nemînin û yên dikevin girtîgehan jî divê tûşî serederiyeke xirab nebin û werin perwerdekirin.

Di çarçoveya hewlên astengkirina tawanên zarokan de hikûmeta Tirkiyeyê di paketa 12mîn a dadweriyê de cezayên bo zarokên tawanbar ên ji 15 heta 18 salî girantir kiribû.