Zana Mela Xalid: Xelkê Kurdistanê bi hêvî li benda nêzîkbûna zêdetir a PDK û YNKê ne

Navenda Nûçeyan (K24) –  Berpirsê Lîqê 2emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid ragihand, Yekîtiya Zanayên Îslamî li ser destê Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin û ev yek giringîpêdana dîrokî ya serkirdayetiya Kurd bi rola bibandor a zanayên olî nîşan dide.

Berpirsê Lîqê 2 ya PDKê Zana Mela Xalid îro 21ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re aşkere kir, wan serdana Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kiriye û got: "Mamosteyên olî her tim pêşengên civakê ne. Pêngavên wan her gav hevdem û hevaheng bûne ligel wan guhertinên ku di warê kargêrî û di navbera hemû çînên civakî yên Herêma Kurdistanê de rû dane."

Zana Mela Xalid destnîşan kir, mamosteyên olî hevkarên bihêz ên hemû çîn û beşên civakê ne, daku civaka kurdewarî li ser rêûresm û dabonerîtên xwe yên resen bimîne û prensîbên pîroz ên olî di nava civakê de werin peyrewkirin. Herwiha tekez kir: "Di hemû serdeman de zanayên me pêşengiya civakê kiriye û her tim kar kirine da ku civak ber bi arasteyeke rast û dirust gavan bavêje."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Berpirsê Lîqê 2emîn a PDKê bal kişand ser rewşa siyasî ya herêmê û ragihand ku xelkê Kurdistanê bi hêvî û geşbîniyê ve li paşerojê dinêrin.

Zana Mela Xalid da zanîn: "Welatiyên me hêvîdar in ku hevtêgihîştin û nêzîkbûna di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de zêdetir bibe û pêngavên wan ên ber bi yekrêzî û tebaniyê zûtir û bihêztir bibin."