Kurdek bo cara heftê bû endamê Parlamentoya Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Rûsyayê (Dûma) Zelîmxan Mutsoyêv nihêniya serkeftina xwe ya heftê ya li ser yek di hilbijartinan de eşkere kir û ragihand, baweriya berdewam a gelên cuda cuda yên wî welatî bo karkirina berdewam û pêşkêşkirina raportên zelal vedigere, ne bo dana sozên bêbingeh di dema bangeşeyê de.

Piştî ragihandina encamên berê yên hilbijartinên Parlamentoya Rûsyayê ji aliyê Komîsyona Bilind ve, Partiya deshilatdar "Rûsyaya Yekgirtî" bi rêya bidestveanîna 57.83% ji dengan li rêza yekê tê, di demekê de ku Şîuyiyan 13.81%, Lîberal Demokrat 8%, û Partiya Gel a Nû û Dadweriyê jî 5% ji dengan birine.

Di nav pêşbirkêya 225 kursiyên bazinên serbixwe de ji tevahiya 450 kursiyên parlamentoyê, Zelîmxan Mutsoyêv wekî berbijarekî serbixwe di bazina Pêrveûralskê de li herêma Yekatêrnbêrgê kar li beranberî heft berbijarên din ên wê deverê bi ser bikeve û bo gera nehê û bo dema pênc salên din baweriya nûnertîkirinê bi dest ve bîne, ku ev jî wekî rekorda herî kêmpeyda di dîroka Parlamentoya Rûsyayê de tê hesibandin.

Di bersiva pirsiyara peyamnêrê Kurdistan24ê de li ser nihêniya bidestveanîna baweriya gelên Rûs, Tatar, Daxistanî, Azerî û Ermenî bo cara heftê, Mutsoyêv zelal kir ku xizmetkirina rastîn a xelkî û karkirina dilsozane bingeha vê serkeftinê ye.

Navborî eşkere jî kir ku di dema kempînan de qet sozên bê belege nade welatiyan, belku salane bi rêya pirtûk û raportên fermî yên çapkirî bi berfirehî tevahiya kar û projeyên xwe di xizmeta giştî, rê û rêbaran û perwerdeyê de dixe ber destê dengderan, da ku ew bi xwe biryarê bidin ka hejiyê hilbijartinê ye an na, ji ber ku baweriya wî wesa ye ku gel û dewlet yek in û divê parlamenter xizmetkarên wan ên rastîn bin.

Zelîmxan Mutsoyêv, ku ji sala 2000ê ve li ser daxwaza xwecihên devera xwe bûye endamê Parlamentoya Federalî, ragihand bo dema pênc salên din jî dê di nav Komîteya Peywendiyên Derva de berdewam be, ku ev dema 25 salan e ezmûn tê de peyda kiriye.

Parlamenterê Kurd ê Dûmayê behsa wê yekê jî kir ku tevî karên dîplomatî, li ser astê navxwe dê li ser bidestveanîna zêdetirîn budceya federalî bo pêşxistina projeyên xizmetkarî yên devera xwe berdewam be, tevî xercakirina parek ji sermayeya xwe ya taybet bo nûjenkirina dibistanan, baxçeyên savayan û dabînkirina alîkariya darayî bo malbatên jar.

Proseya hilbijartinên Parlamentoya Rûsyayê di rojên 18 heta 20ê Îlona 2026ê de bi rengê amadebûna li bingehan û dengdana serxet birêve çûn, ku tê de 10 aliyên siyasi û zêdetirî sê hezar û 100 berbijaran pêşbirkê li ser bidestveanîna 450 kursiyên Encûmena Dûmayê dikir.

Di nav sîstema pirbazinî de, hilbijartina berdewam a Zelîmxan Mutsoyêv bo cara heftê, wekî destkeftiyeka kêmwêne di dîroka Parlamentoya Rûsyayê de tê şirovekirin, ku tê de kesatiyekê Kurd şiyaye baweriya bihêz a devera xwe bo demeke dirêj bo xwe misoger bike.