Li Hewlêrê 8emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Avahîsaziyê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – 8emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Keresteyên Avahîsaziyê, Teknolojî û Amûrên Sarkirinê (HVAC), îro 22ê Îlona 2026an li bajarê Hewlêrê deriyên xwe li ber mêvanan vedike.
Li gorî zanyariyên peyamnêra Kurdistan24ê Rênas Elî, ev pêşangeh yek ji mezintirîn rûdanên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistanê ye ku salane ji bo nîşandana nûtirîn dahênanên di warê avahîsaziyê de tê organîzekirin.
Pêşangeha îsal li gorî salên borî berfirehtir e û nûnerên 11 welatên cuda tê de beşdar in; her wiha zêdetirî 350 kompaniyên navxweyî û biyanî û 400 markeyên (brend) navdar ên cîhanî berhemên xwe nîşan didin.
Armanca sereke ya lidarxistina vê pêşangehê ew e ku markeyên navneteweyî û navxweyî bi hev re werin girêdan, bazara navxweyî were bihêzkirin û asta kalîteya avahîsazî û avadaniyê li Herêma Kurdistanê bilindtir bibe.
Pêşangeh dê çar rojan li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê berdewam bike. Di salên borî de zêdetirî 20 hezar kesan serdana pêşangehê kiribû û tê çaverêkirin ku îsal ev hejmar hîn zêdetir bibe.
Hikûmeta Kurdistanê bi rêxistina van çalakiyan armanc dike ku derfetên hevkariyê di navbera kompaniyên navxweyî û biyanî de biafirîne, daku pirojeyên avahîsaziyê bi awayekî nûjen û hemdem werin pêkanîn.