Parêzgarê Hewlêrê pêşangeheke folklorî û karên destî vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 22yê Îlona 2026an, li Galeriya Mîdyayê pêşangeheke taybet a karên destî yên folklornas Selah Sebah Kelhûrî vekir.
Di merasîma vekirina pêşangehê de, ligel parêzgar, Rêveberê Giştî yê Huner û Rewşenbîriya Hewlêrê Sîrwan Osman û hejmareke berbiçav ji hunermend, rewşenbîr û hezkiriyên çand û hunerê amade bûn.
Pêşangeh ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Huner û Rewşenbîriya Hewlêrê ve bi hevkariya Rêveberiya Şêwekarî û Karên Destî hatiye organîzekirin û tê de hejmareke berbiçav ji berhemên hunerî û karên destî yên hunermend Kelhûrî hatine pêşandan.
Berhem bi şêwazekî hemdem û bi bikaranîna reng û qalibên cuda hatine afirandin. Hunermend bi rêya van karên destî dîmenek ji resenatî, çand û awayê jiyana civaka Kurdewarî, bi taybetî jiyana xwezayî û sade ya gundên Kurdistanê nîşan dide.
Lidarxistina vê pêşangehê tekeziyê li ser giringiya parastin û zindîhiştina mîrateya madî û manewî ya gelê Kurd dike. Herwiha hunerên folklorî û karên destî wek parçeyekî giring ê nasnameya çandî ya civakê radixe ber çavan.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di dema serdana xwe ya li nava pêşangehê de, kêfxweşiya xwe li hember naverok û taybetmendiya berheman nîşan da û piştgiriya xwe ya tam ji bo kar û hewlên Selah Kelhûrî di vî warî de tekez kir.