Erdogan piştevaniya Tirkiyeyê bo tenahiya Îraqê û projeya "Rêya Pêşxistinê" tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê piştevaniya temam a welatê xwe bo çespandina desthilata dewletê û tenahiyê li Îraqê tekez kir, herwesa tekez li ser pêşxistina projeyên stratejîk ên di navbera her du welatan de jî kir, bi taybetî Projeya "Rêya Pêşxistinê" û kerta enerjiye bo pêşkeftina aborî ya deverê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de li Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Nûyorkê helwesta welatê xwe li ser pirsên heyî yên deverê û cîhanê berçav kir û ragihand: “Em piştevaniya temam bo bizavên bihêzkirina desthilata dewletê û çespandina tenahiyê li Îraqê dikin.”
Erdogan amaje da hevahengiya dualî ya di navbera Enqere û Bexdayê de û got: “Em ligel Îraqê kar li ser bicihanîna projeyên stratejîk ên warê veguhestin û energiyê dikin, ku dibin sedema bilindkirina asta berfirehiyê li devera me, berî hemiyan jî Projeya Rêya Pêşxistinê.”
Li ser doza Filistînê jî, Serokkomarê Tirkiyeyê xemgîniya xwe diyar kir ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bo sala duyê li pey hev neşiyaye di rûniştinên Komelaya Giştî de amade bibe û daxwaz ji hemî wan welatan kir ên ku heta niha îtîraf bi dewleta serbixwe ya Filistînê nekiriye, li biryarên xwe vegerin û gavên kiryarkî biavêjin.
Di pareka din a axaftina xwe de, Erdogan bal kişand ser rewşa mirovî ya Kerta Xezeyê û got: “Li Xezeyê di dema sê salan de, zêdetirî 74 hezar kesan ji ber terora dewleta Îsraîlê canê xwe ji dest daye. Xeze niha bûye ordûgeha mirinê û mezintirîn goristana zarokan di cîhanê de.”
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî ragihandina agirbestê jî, hejmara qurbaniyan gahiştiye zêdetirî hezar û 500 kesan, bi awayekî ku Xeze bûye çavkaniya şermezariyê bo vê serdemê.
Serokkomarê Tirkiyeyê behsa binpêkirinên li Kinarê Rojava jî kir û ragihand ku ew dever ji ber tundutijî û terora xwecihên Îsraîlî dinale û rê li misilmanan tê girtin ku biçin ser cihên xwe yên pîroz.
Erdogan herwesa rexneyên tund li awayê karkirina Neteweyên Yekgirtî û pêkhateya Encûmena Ewlehiyê girtin û tekez kir: “Neteweyên Yekgirtî bo parastina aştî û ewlehiyê hatiye damazrandin, lê îro di asta bicihanîna wî erkî de nîne an bi zanebûn rê lê tê girtin.”
Navborî tekez jî kir ku aliyê Filistînî razîbûn li ser qonaxa duyê ya plana aştiyê diyar kiriye lê Îsraîl dest ji dagirkirinê bernade; amaje da wê yekê jî ku sîstemekê navdewletî ku tenê li ser biryara pênc welatan hatibe sînordarkirin, qet nikare sîstemekê dadperwer be.