Suphî Ozgen: Li Stenblê bi hezaran xwendekaran kurdî hilbijartine, lê bê mamoste ne

Stenbol (K24) – Li Stenbolê sala borî zêdetirî hezar xwendekarên kurd serî li dersên kurdî dabûn û diviyabû herî kêm 5 mamosteyên kurdî li Stenbolê bihatana damezrandin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ti mamoste tayîn nekiriye û vê yekê jî nerazîbûna kurdan bi xwe re anî. Serokê Hareketa Zimanê Kurdî, hiqûqnas Suphi Ozgen dibêje; ger vê payîzê mamoste neyên damezrandin, ew ê dest bi çalakiyên sivîl bikin.

Serokê HEZ-KURDê Suphî Ozgen ku wî par wekî Gandî li ber deriyên wan dibistanan gelek kampînên hilbijartina dersên Kurdî bi rê ve biribûn, ji vê encamê nerazî ye û ji alîkî ve bi rayedarên fermî re pêwendî dike û ji alîkî din ve jî banga xwedî derketina dersên Kurdî li raya giştî ya Kurd dike.

Yasanas û Serokê Hezkurd'ê Suphî Ozgen ji Kurdistan24ê re got: “Li pênc dibistanan hezar xwendekaran serî li dersa kurdî da. Li gorî van hezar xwendekaran diviyabû herî kêm 5 heta 7 mamoste bihên tayînkirin. Lê îro ne li holê mamoste hene, ne jî pirtûkên kurdî hene. Min ji Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yûsuf Tekîn û ji wezaretê randevû xwestiye da ku em rûnên, biaxivin û vê meseleyê çareser bikin. Eger burokrasî bixwaze, rê li ber vekirî ye. Ji sala borî ve mamoste nehatine tayînkirin; hêviya me ew e ku di vê payîzê de ev mamoste werin tayînkirin.”

Ev helwesta dewletê beramber Kurdî di demekê de ye ku pêvajoya aşitiyê bi rê ve diçe û hejmara kesên ku hêviya çareserkirina pirsa Kurdî ji vê pêvajoyê dikin ne kêm e.

Lê li gor siyasetmedarekî Kurdistanî danemezirandina mamosteyên Kurdî bi zelalî diselmîne ku hikûmeta Tirkiyeyê çi bernameya xwe bo çareserkirina pirsa Kurdî niye û siyaseta bişaftinê û redkirina Kurdan berdewam e.

Siyasetmedar Kasim Ergûn dibêjin: “Ji destpêka damezrandina dewletê ve heta îro polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin. Divê tevahiya civaka kurd li zimanê xwe xwedî derkeve; çimkî ev ne doza partiyekê, komikekê an aktîvîstekî ye, ev doza miletê kurd bi giştî ye. Kurd bi tenê bi du saetên dersa bijarte ya hefteyê qayil nabin, lê dîsa jî divê li vî mafê xwe yê rewa xwedî derkevin û zextê li dewletê bikin da ku mamosteyan erkdar bike.”

Li Tirkiyeyê ji sala 2012ê ve mafê xwendekarên Kurd heye ku bo fêrbûna Kurdî ders hilbijêrin û di 14 salên borî de tenê 213 mamoste hatine damezirandin.