Şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand ku şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digehe Bexdayê, bi merema nîqaşkirina li ser projeqanûna Budceya Giştî ya Îraqê bo sala 2027ê û cîgîrkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyarên pêyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, civînên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Federalî de ji sibe ve dest pê dikin. Armanca serekî ya vê serdanê nîqaşkirina li ser reşnivîsa qanûna budceya sala 2027ê û lihevkirina li ser aliyên darayî û teknîkî ye.

Her li gorî wan zanyaran, şanda Herêma Kurdistanê ji rêveberê pişka budceyê, rêveberê pişka hejmarkariyê, şêwirmendê Wezareta Darayî û çend pisporên warê budceyê pêk tê.

Tewerê serekî yê danûstandinan ji aliyê teknîkî ve dê girêdayî diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceya 2027ê de be, herwesa berçavkirina têbînî û daxwaziyên Hewlêrê ji bo cihkirina wan di nav reşnivîsa qanûnê de, berî ku bo hikûmet û parlamentoya Îraqê bê şandin.