Enqere: Hêzên me qonax qonax bingeha Zêlkanê radestî Îraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Enqere û Bexda li ser dozên ewlehiyê yên hestyar û proseya radestkirina bingeha leşkerî ya Zêlkanê bo Îraqê gihîştin hevfêmkirineka stratejîk, herwesa li ser bicihanîna yekser a peymanên bazirganî û bilezkirina projeya stratejî ya "Rêya Pêşxistinê" jî li hev kir.
Serokatiya Komara Tirkiyeyê û Nivîsîngeha Serokwezîrên Îraqê îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeka hevpar de ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li New Yorkê civiyan û îradeya hevpar a her du welatan li ser çend pirsên hestyar û stratejî pêşkêş kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, di wê civînê de nîqaş li ser hemî rehendên peywendiyên stratejî yên di navbera her du welatan de hatine kirin; herwesa her du alî li ser xurtkirina û berdewamkirina hevkarî û alîkariyan di warê ewlehiyê de hevnerîn bûn.
Di vê çarçoveyê de jî, her du aliyan li ser çespandina bi temamî ya deshilata dewletê li qezaya Şingalê û bidawîanîn hebûna hemî komên çekdar ên biyanî yên qedexekirî li wê deverê hevnerîn bûn.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku bi saya pêşveçûna van rêkarên ewlehiyê yên Îraqê û di çarçoveya mîkanîzm û bernameyeka demî de, hêzên Tirkiyeyê bi awayekî qonax bi qonax ji bingeha leşkerî ya Zêlkanê li nahiyeya Başîkê ya girêdayî parêzgeha Neynewayê paşve vedikişin û radestî hikûmeta Îraqê dikin.
Di pareka dî a wê daxuyaniya hevpar de hatiye, her du alî li ser berfirehkirina qebareya bazirganiya dualî û paldana veberhênanê di navbera her du welatan de hevnerîn bûn; herwesa biryar li ser bicihanîna yekser a hemî wan peymanên ku berê hatibûn îmzakirin û bilezkirina proseya bicihanîna projeyên stratejî yên hevpar, ku li pêşiya wan hemiyan jî projeya "Rêya Pêşxistinê" tê.