Li Diyarbekirê 5 cureyên nû yên pîzzayê bi navên kurdî tên çêkirin
Diyarbekir (K24) – Bi hevkariya Jura Pîşesaziya Bazirganiya Diyarbekirê û Şampiyonê Cîhanê yê Pîzzayê Hakki Akdenîz, Dibistana Pîzzayê hat vekirin, di vê dibistanê de bi berhemên xwemalî yên Diyarbekirê dê cureyên cawaz ên pîzzayê werin çêkirin. Di rêrisma danasîna dibistana pîzzayê de siyasetmedar û fêrxwazan amaje kirin ku ev xebat dê sudek girîng bide geştiyarî û danasîna Diyarbekirê.
Şampiyonê Cîhanê yê Pêşbaziyên Pîzzayê Hakki Akdenîz bi salane li Amerîkayê dijî û 3 caran bûye şampiyonê cîhanê yê pîzzayê. Hakki Akdenîz ji Farqîna Diyarbekirê ye û li Diyarbekirê bi hevkariya Navenda Danasîna Xwarinên Diyarbekirê ya Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Dibistana Pîzzayê da vekirin. Taybetmendiya Dibistana Pîzzayê ya Diyarbekirê ew e ku dê pîzza bi berhemên ji axa Diyarbekirê hatine gihandin werin pijandin. Şampiyonê Pîzzayê yê di qada navneteweyî de deng vedaye dibêje ew keyfxweş e ku bo bajarê xwe projeyek wisa de cih digire.
Şampiyonê Pîzzayê Hakki Akdenîz ji Kurdistan24ê re got: “15 Sal in serê min de projeyek wisa hebû û ez hatim Diyarbekirê bi serokê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya re ketim têkiliyê û min cihek jê xwest û wî jî alîkariya mi kir, dayîka min berê pincar çêdikir, hêk jî dixist nav, min îro pizzaya dayîka xwe çêkir.”
Di dibistana pîzzayê de yên ku bixwazin fêrî çêkirina pîzzayê bibin wê perwerdehiyek profesyonel bibînin û paşê jî dê Pîzzaya Diyarbekirê hem bo geştiyaran çekin hem jî wê bibin wesîle ku di qada navneteweyî de pizzaya Diyarbekirê bibe markeyek a Diyarbekirê ku siyasetmedar û fêrxwaz vê xebatê wek xebatek hêja û bibandor dinirxînin.
Parlementera AK Partî ya Diyarbekirê Suna Kepolu dibêje: “Di vê ked û xebatê de kî xizmet dabe em spasiya wan dikin.”
Fêrxwaz Mukaddes Akalp got: “Di pîzzayê de pirpar heye, penêrê Qerejdaxê heye, firingiyê Licê heye, bîberê Çermukê heye, her tişt li Diyarbekirê tê gihandin, tê de qet berhemek biyanî nîne.”
Di dibistana pîzzayê de 5 cureyên pîzzayê dê bi navên kurdî werin çêkirin ku yek ji wan jî ev e ku navê vê jî pizzaya Dîcleyê ye.