Hêzên Tirkiyeyê dawiya îsal ji Mûsilê vedikişin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Rêkxistina Bedrê Ebû Mîsaq Mesarî bo Kurdistan24ê ragihand ku lihevkirina navbera Îraq û Tirkiyeyê dê ji bo bilezkirina proseya çekdanîna ya komên çekdar alîkar be, ji ber ku yek ji şertên wan koman vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Îraqê bû.

Endamê Rêkxistina Bedrê Ebû Mîsaq Mesarî îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, bo Kurdistan24ê ragihand ku li gorî xalên lihevkirina navbera Îraq û Tirkiyeyê, heta dawiya salê hêzên Tirkiyeyê li bakurê Mûsilê ji bingeha leşkerî ya Zêlkan û Başîkê vedikişin û cihên xwe radestî artêşa Îraqê dikin, lê hêzên Tirkiyeyê li çiyayê Qendîlê, li gorî lihevkirina Bexda û Enqereyê ya ku li sala 2023ê hatiye îmzakirina, heta wê demê dimînin ku çekdanîna ya PKKê bi dawî tê.

Çavkaniyeka haydar jî bo ajansa nûçeyan a Reutersê ragihandiye ku proseya vekişîna hêzên Tirkiyeyê di dawiya îsal de ji bingeha leşkerî ya Başîkê û bingehên biçûk dest pê dike.

Endamê Rêkxistina Bedrê dibêje: “Proseya çekdanîna ya komên çekdar jî berdewam e, ligel vegeriyana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, projeqanûna Heşda Şeibî bo parlamentoyê tê şandin, lê bêyî pejirandina qanûna Heşda Şeibî ti komek ji wan çekên xwe dananin û destûriya dawiyê jî ji bo wê pirsê 1ê Tîrmeha 2027ê ye.”

Hikûmeta Îraqê di proseya civandina çekan di destê dewletê de rijd e û di bizava çareserkirina hemî hincet û şertên komên çekdar de ye. Tevî vê yekê jî, komên çekdar red dikin ku çekên xwe danin.

Li Amerîka, Îraq û Tirkiyeyê lihevkirin li ser vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji deverên Mûsilê hat kirin, herwesa li ser çespandina temam a deshilata dewletê li qezaya Şingalê û bidawîanîna hebûna hemî komên çekdar ên biyanî yên qedexekirî di wê deverê de.